Hozan Efrînî; Şêrko Bêkes, ji bo Rojava çi ji min re got.?
Kurdistan 12:47 PM - 2021-08-06
Ji bo salvegera 8`mîn ê koça dawî helbestvanê mezin ê kurd nemir Şêrko Bêkes, min xwest nerînên xwe ku min bi boneya koça dawî ya yekem ê helbestvanê mezin Şêrko Bêkes nivîsîbû, careke din ji xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê re biweşîn im.
Hozan Efrînî; Şêrko Bêkes, piştevanekî mezin yê Rojavayê Kurdistanê
Di serdana min ba nemir Şêrko Bêkes de, ji bo helbesta ku ji salvegera raperîna 12`ê Adara 2004`an re pêşkêş kiribû, min spasiya wî kir, lê wî bersiva min da û got: Kakê Efrînî min tiştek ji bo Rojavayê Kurdistanê nekiriye û pêwîste em di hemû nivîs û civîn û karên xwe de, derbarê piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê de tevbigerin.
Bêkes dida aşkire kirin ku yek ji erkên me yê rewşenbîran ew e ku em bikaribin bi awayekî rastewxwe û cedî li ser geşepêdana ecamên raperîna 12`ê Aadra 2004`an rawestin û em destek bidin bi gelê me yê Rojavayê Kurdistanê taku bi wê rihî di tekoşîna xwe ya rewa de berdewam bike.
Di hemû semînar û xwepêşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, beşdar dibû, axiftin û helbestên xwe digotin, rêjîma Sûrî riswa dikir û pir bi awayekî çalak di nava çalakvanên Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe diseliman.
Şêrko Bêke yê mezin û Kurdperwer, ji nav me bar nekir, ew di dilê me de her bi zindî dimîne.
Canê wî yê pak ji nav me bi fêzîkî bar kir, lê canê wî yê helbestvanî, zihnî, zanistî, rewûenbîrî û welatperwerî di hizir û mêjkê me de dimîne û ew weke helbestvanekî mezin û hemdemî yê gelê Kurd bûye xwediyê mora li ser rûpela dîrokê.
Şêrko Bêke yê mezin û Kurdperwer, ji nav me bar nekir, ew di dilê me de her bi zindî dimîne.
Canê wî yê pak ji nav me bi fêzîkî bar kir, lê canê wî yê helbestvanî, zihnî, zanistî, rewşenbîrî û welatperwerî di hizir û mêjkê me de dimîne û ew weke helbestvanekî mezin û hemdemî yê gelê Kurd bûye xwediyê mora li ser rûpela dîrokê.
Hezar silav li canpakiya te ey helbestvanê Kurdistanî…
Ji erşîva PUKmedia`yê 4-8-2013
Hozan Efrînî
zêtir bibînin
-
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17