YNKê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da

Kurdistan 02:47 PM - 2024-05-07
Logoya YNKê PUKMEDIA

Logoya YNKê

Hewlêr Mekteba Siyasî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da, ji bo rêgirtina li paşxistina hilbijartinan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber paşxistina hilbijartinên Parlamentoyê li Dadgeha Federalî doz li Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe vekir.

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokê lîsteya YNKê li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl daxwaznameyek pêşkêş kir ji bo berjewendiya komîsyonê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de serî li serok û endamên Dadgeha Bilind a Federalî da.

Daxwaza Şalaw Kosret Resûl amaje bi wê yekê dike ku, pêşkêşkirina daxwaza serokwezîr berovajî teksta madeya (19/2) ya yasaya jimare 31 a sala 2019 a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ye, ku dibêje: Biryarên Encûmena Komisyonan nabe li ser  îtiraz li cihekî din bê kirin.

Dema vekirina dozê berovajî teksta benda (23) ya rêziknameya dadgehê ye ku dibêje:(Piştî şeş mehan ji diyarkirina roja hilbijartinan, tu îtîraz li ti yasaya hilbijartinê û metneke hilbijartinê nayê kirin, daxwaza Barzanî di demekê de ye ku tenê mehek maye ji roja hilbijartinan re ku bi biryarnameya Serokê herêmê hatiye diyarkirin li gor  yasaya Herêma Kurdistanê û biryara Dadgeha Federalî jimare 83 û hevrehên wê di 131 û 185/Fedral/2 de.

Di metna daxwaznameyê de wiha tê gotin: Rawestandina karê komîsyonê di vê dema krîtîk de ku ji roja hilbijartinan re demek pir hindik maye û komîsyonê girêbestên têkildarî hilbijartinê temam kirine, di nav de çapkirina formên dengdanê û makîneyên dengdanê li ser ji aliyek din ve hewlên partiyan û berbijêran vala derdixe, ji bilî wê jî ziyanê digihîne gelê Kurd di avakirina hikûmeteke hilbijartî de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket