Talebanî: Çavkaniyên me yên mirovî yên baş hene û ne rêxistinkirî ne

Kurdistan 07:18 PM - 2024-05-06
Talebanî û şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê PUKMEDIA

Talebanî û şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê bi serokatiya Dr. Meîmûn Aldûbî kir.Di civînê de behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên akademîk di navbera her du aliyan de hat kirin.

Di destpêka civînê de, ku roja duşemê 06.05.2024ê li bajarê Hewlêrê birêve çû, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê Aram Mihemed Qadir û Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El Mecelî jî smede bûn.

Di civînê de behsa peywendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Kurdistanê hate kirin û rola Serok Mam Celal weke afirînerê vê peywendiya dîrokî hate nirxandin û tekez li ser hevkarî kirina zêdetir bihêztir kirina peywendiyan di warên curbicur de hate kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Cîgirê Serokwezîr civîna xwendina bilind a Urdin û Kurdistanê bilind nirxand û amaje bi giringiya civînê ji bo bihêztir kirina peywendiyên akademî yên di navbera her du aliyan de kir.

Şanda mêvan amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di warê pêşxistina beşa xwendina bilind de nîşan da. Li ser giringiya îmzakirina peymanek ji hevtêgihîştinê di navbera zanîngehên herêmê û Urdun de  ji bo pevguhertina ezmûnan û xurtkirina peywendiyên akademîk, bi taybetî di warên tenduristî, tûrîzm û jîngehê de her du alî hemfikir bûn.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr got ku pêwîste zanîngeh di geşepêdana deverê de zêdetir rola xwe bilîzin û li gorî pêdiviyên bazarê werin guhastin. Wî got: Çavkaniyeke mirovî ya gelek baş li Kurdistanê heye, lê bi awayekî baş nehatiye organîzekirin û li gorî pêwîstiyên bazarê nehatine adaptekirin, lewma divê zanîngeh di vî warî de xwe pêş bixin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket