Komîsyonê dest bi çapkirina pusulayên dengdanê kir

Kurdistan 04:30 PM - 2024-05-06
Logoya Komîsyonê PUKMEDIA

Logoya Komîsyonê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dest bi çapkirina pusûleyên dengdanê yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên ku biryare di 10ê Hezîrana îsal de bên lidarxistin, kir.Çavkaniyekî agahdar ku nexwest navê xwe eşkere bike ji PUKMEDIA re ragihand:"Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan xebatên xwe didomîne û îro dest bi çapkirina pusûleyên dengdanê yên parlamentoya Kurdistanê kir."

Berdevkê Komisyonê: Amadekariyên hilbijartinan berdewam dikin

Amadekariyên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê berdewam dikin.Pêştir jî berdevkê komîsyonê gotegotên li ser paşxistina hilbijartinan red kiribû.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û hemû gotegotên derbarê rawestandina amadekariyên komîsyonê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne rast in.’’

"Weke dema borî, komîsyon amadekariyên xwe berdewam dike û parvekirina  kartên dengdanê li navendên me yên dengdanê li Herêma Kurdistanê berdewam e û li 173 navendên tomarkirina tomaran li Herêma Kurdistanê jî karê parvekirina  kartên biyometrî berdewam dike û komîsyonê dest ji karê xwe bernade." got.

Nêzîkî 100 hezar dengder li Silêmaniyê karta xwe ya dengdanê wergirtin

Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê %90 ji amadekariyên xwe yên ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam kiriye û îro dest bi çapkirina pusûleyên dengdanê kiriye.

Ji aliyê din ve berpirsê ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amanc Ezîz ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Hemû xebat û amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û herî zêde kartên dengdanê li parêzgeha Silêmaniyê hatine çapkirin û di heyama 2 mehên borî de nêzîkî 100 hezar kartên dengdanê ji dengderan re hatine vegerandin.

Roja 03.03.2024ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo cara çarem roja helbijartinên gera şeşem a parlamentoyê eşkere kir û biryar da ku hilbijartin di 10ê Hezîranê de bê lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket