Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05
PUKMEDIA
Mûçe
Karmendên Herêma
Kurdistanê li benda dana mûçeyên meha borî ne, di dema ku hikûmeta federal dest
bi dana mûçeyê meha Gulanê ya niha kiriye, endamê Lêjneya Darayî ya
Parlamentoyê tekez dike ku sedema paşxistina mûçeyê karmendan ji ber kêşe di lîsta
mûçe de ye.
Pirsgirêk di lîsteya mûçeyan deNûnerê Lijneya Darayî ya Parlamentoyê Soran Omer ji PUKMEDIA re ragihand: Sedema paşxistina mûçeyê meha çarem a karmendan ji ber kêşe di lîsta mûçe de.
Got jî: dana mûçe girêdayî wê yekê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê heta çi radeyê bersiva daxwazên hikûmeta federalî bo radestkirina dahatên federalî û cîbicîkirina proseya xwecihîkirina mûçeyên karmendan bide.
Xwecihkirin di bankên hikûmetê deSoran Omer dibêje: Biryara Dadgeha Federalî zelal û eşkere ye û divê mûçeyên karmendan di bankên hikûmetê yên ser bi hikûmeta federalî ve were cwecihkirin.
Got jî: Xwecihkirin divê di bankên hikûmetê de be, lê piştî wê jî dabeşkirina mûçeyan bi rêya dezgehên taybet û bankan dibe.
Şandina lîsta mûçeyanWezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, lîsteyên mûçeyên karmendan di21.04.2024ê dê ji Wezareta Darayî ya Federal re were şandin û biryare piştî bidawîhatina lêkolînan ji aliya wezareta federal ve mûçe wê werin şandin.
Li gorî şopandinên PUKMEDIA’yê, hejmara mûçeyên Herêma Kurdistanê li gorî sîstema tomarkirina biyometrîk milyonek û 249 hezar û 481 karmend e.
Lîsta pile bilindkirin tên amadekirinRêvebirê giştî yê bûdceyê li wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê Aram Ebdula ji PUKMEDIA re ragihand: Me daxwaz ji hemû wezaretan kir ku heta 1/5/2024 lîsteyên bilindkirina pila karmendan amade bikin, daku li gel Wezareta Darayî ya Federalî li ser gotûbêj bikin. dest bi pêşxistina karmendan li Herêma Kurdistanê bikin.
Got jî: Lîstenameya pile bilindkirina karmendan li Herêma Kurdistanê cuda ye ji ya ku di Wezareta Darayî ya Federal de heye, ji ber wê jî divê danûstandin ligel hikûmeta federalî hebe ji bo çareserkirina vê pirsê, eger hikûmeta federal razî bibe dest bi pile bilindkirina karmendan bike, em amade ne ji bo destpêkirina pêvajoyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18