Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-04Şanda YNKê
Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Dubayê ye û çendîn girêbest ji bo sermayeguzarî û avakirina kargehan li Silêmaniyê îmze kirine.
Şand ji berpirsê çavkaniyên darayî yê giştî yê YNKê Şêx Ehmedî Nokan û endamê Mekteba Siyasî rêheval Şêx Daro pêk tê û li gorî PUKMEDIA'yê , peymanên hatine îmzekirin di warê bazirganî, çandinî û veberhênanê de ne.
Di vê derbarê de çavkaniyek di nava şanda han de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihandiye:“Ji bilî îmzakirina çend girêbestan, şande dê sûdê ji ezmûna sermayedarên Dubey di warê veberhênan û sermayeguzariya berfireh de werbigire.’’
“YNK dixwaze sektora çandinî û xurek li parêzgehên Silêmanî û Helebce, her wiha rêvebiriyên serbxwe Raperîn û Germiyan vejîne , ewlehiya xwarinê biparêze û derfetên kar berfireh bikin. "Çavkaniyê got.
Li gor jêderê:“YNKê peywendiyên bihêz li gel berpirs û sermayedarên Îmaratê hene û hewl dide wan peywendiyan zêdetir pêş bixe, daku sûd ji welatiyên Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê re werbigire ku jîngeheke guncaw a çandinî, veberhênan û aborî heye.’’
Şanda YNKê ev çend roje bi serdaneke fermî li Îmaratê ye û biryare çendîn civînên girîng pêkbînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18