Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
Kurdistan 12:02 PM - 2024-05-04Logoya Komîsyonê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê xwe ji bo gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku biryar e di 10ê Hezîranê de bê lidarxistin, amade dike.Komîsyonê ragihand, ji sedî 90ê amadekariyên xwe bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê temam kiriye û proseya wergirtina kartên dengdanê jî berdewam e.
Nêzîkî 100 hezar dengder li Silêmaniyê karta xwe ya dengdanê wergirtin
Berpirsê Ofîsa Silêmaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Amanc Ezîz ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Hemû kar û amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û 100%90 karê me temam bûye û ya ku maye tenê pusûleyên dengdanê û hinek karên lojîstîkî ne.
Amanc Ezîz got: "Parêzgeha Silêmaniyê herî zêde kartên dengdanê çap kirine û di du mehên borî de, nêzîkî 100,000 kartên dengdanê li dengderan hatine vegerandin û niha nêzîkî 15,000 dengder heftane kartên xwe werdigirin."
Ofîsa Komisyonê ya Hewlêrê: Xebatên Komisyonê berdewam in
Ji aliyekî din, Ofîsa Hilbijartinan a Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berdewam in û ew gotegotên ku berê behsa rawestandina karê komîsyona hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiribûn, ne rast in.
Amadekariyên hilbijartinan berdewam dikin
Amadekariyên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê berdewam dikin. Berdevkê komîsyonê gotegotên paşxistinê red kir.
Beriya niha, Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihandibû:“Amadekariyên me yên ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê berdewam in û hemû gotegotên derbarê rawestandina amadekariyên komîsyonê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ne rast in.
Herwiha got: "Weke dema borî, komîsyon amadekariyên xwe berdewam dike û parvekirina kartên dengdanê li navendên me yên dengdanê li Herêma Kurdistanê berdewam e û li 173 navendên tomarkirinê yên Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî kartên biyometrî belav dikin."
Roja 3-3-2024, Serok Nêçîrvan Barzanî bo cara çarem roja şeşemîn civîna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand.Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hilbijartin wê di 10ê Hezîranê de bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18