Qubad Talebanî: Em paşxistina hilbijartinan red dikin û rûbirûy her hewldaneke paşxistinê dibin

Kurdistan 05:51 PM - 2024-05-02
Qubad Talebanî û Maxim Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma PUKMEDIA

Qubad Talebanî û Maxim Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê Qubad Talebanî

Îro pênşemê 02.05.2024 Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Maxim Rubin Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê kir û li gel wî pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çend pirsên din derbarê mijarên hevpar de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Qubad Talebanî helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya derbarê hilbijartinan de zelal kir û got: “Em bi temamî paşxistina hilbijartinan red dikin û emê li hember her hewleke ku li dijî lidarxistina hilbijartinan biseknin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, behsa peywendiyên herêmê bi welatên cîran re hat kirin û cîgirê serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku, em hertim li gel pêkanîna peywendiyên asayî û hevseng li gel hemû welatan û bi taybetî welatên cîran bûne û got: Herêm ti carî nebûye çavkaniya metirsiyê li ser ti aliyekî.

Her du alî behsa rewşa parêzgeha Silêmaniyê jî kirin û konsulê giştî yê Rûsyayê kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina berçav a ku di serdana xwe ya dawîn de ji bo Silêmaniyê di warê veberhênanê de dîtiye nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Qubad Talebanî behsa pirsgirêk û astengiyên ku di dema borî de li pêşiya karê sermayedaran bûne, got: “Lê di heyama 2 salên borî de me çend gavên baş di warê kêmkirina pirsgirêkên li hember karê sermayedaran hatine avêtin, û tekez kir ku ew ji nêzîk ve çavdêriya çawaniya pêşkeftina karûbarên sermayerazandinê dike, û hemû hêsankariyan pêşkêşî wan dike, ku nîşan dide ku ev gav bandoreke rasterast li bilindkirina asta veberhênanan li Silêmaniyê dikin, lewra parêzgar di sala borî de li Êraqê di rêza yekem de bû di warê veberhênanê de.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket