Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe

Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23
Xelata zêrîn a Bile PUKMEDIA

Xelata zêrîn a Bile

Silêmanî

Îro Sêşemê 23-4-2024 li bajarê Silêmanî li telerî Huner merasîma dana xelata zêrîn Bile birêve diçe.

Xelata Bile a Zêrîn ku her sal di salvegera koça dawî Îbrahîm Ehmed birêve diçe, ji kesên mînak re tê dayîn. Herweha sala borî 9 xelat hatin dabeşkirin li ser daykê nimuneyî, nivîskarê, parastina ziman, dadwer, lêkolînerê, aktîvîst, nivîskar û akademîsyen, dostê kurdan, rojnamevan û nivîskarên dostê kurdan.

Di sala 2001ê de rêxistina Îbrahîm Ehmed hate damezrandin û her sal xelata Bile pêşkêşî kesayetiyên navdar û serkeftî dike.

Îbrahîm Ehmed di 8ê Nîsana 2000î de li Londonê di 86 saliya xwe de koça dawî kir û termê wî birin Silêmaniyê û li wir spartin axê.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket