Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike

Êraq 12:36 PM - 2024-04-22
Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan PUKMEDIA

Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan

Êraq

Îro duşemê 22.04.2024, beriya nîvro, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi serdaneke fermî ya yek rojî giheşte paytexta Êraqê Bexdayê.

Serok Komarê Tirkiyê dê li paytext Bexdayê bi Serokê Komarê Dr. Ebdul Latîf Cemal Reşîd û serok wezîr Mihemed Şeya Sûdanî re bicive, wê çend rêkeftinên di navbera herdu welatan de îmze bikin,Li gel şanda xwe dê ber bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ve biçe.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Bazirganî Omer Bolat, Veguhastin û Binesaziyê Abdulqadir Oral Oglu, Çandinî û Daristanî Îbrahîm Yumakli, Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alp Arslan Bayraqdar û Pîşesazî û Teknolojiyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Mihemed Fatih Qacir di gel serokkomarê ne.

Derbarê vê serdanê de Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Êraqê Harêm Kemal Axa ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re axivî û got: ‘’Pêwîste Êraq pêwendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixe. Bi taybetî di rewşa niha de, ku herêm di rewşeke aloz de dijî, serdan Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di vê çarçovê de tê, ji ber ku gelek mijarên siyasî, aborî û ewlekarî bi Serok Komarê re gotûbêj dike.

Herêm Kemal Axa got jî: “Em di nav fireksiyona Yekîtîya Niştîmanî de ne û di hevdîtina xwe ya li gel serokwezîrê federalî de, me di nameyek fermî de daxwaz kir, ku di gotûbêjên xwe yên digel serokomarê Tirkîyê de, mijara qedexekirina firokexaneya navnetewî ya Silêmaniyê jî were rojevê, ji bo çareser kirinê û bal kişande ser wê yekê ku “Peywendiyên aborî yên bihêz ên Êraq û Tirkiyê hene, ji ber ku qebareya danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan de salane zêdetir ji 20 milyar dolaran dike û pirsa ewlehiya avê mijareke din a giring di navbera her du aliyan de ye. Ji bilî gelek mijarên siyasî, ewlekarî û yên din.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket