Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin

Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19
Encumena Nûneran PUKMEDIA

Encumena Nûneran

Encumana Nûneran

Bo cara duyem biryara Serokatiya Parlamentoyê ya cezakirina parlamenterên ku beşdarî civînan nebûne hat cîbicîkirin û ji mûçeyên mehane yên wan pere hat birîn.

160 milyon dînar hat birîn
Jêdereke agehdar ji Civata Nûneran ji PUKMEDIA yê re ragihand: Biryara Serokatiya Encumena Nûneran ya ji bo cezakirina nûnerên ku di civînên encûmenê de ne amade ne bi kêmkirina mûçeyên wan bo cara duyemîn hat bicihkirin, ku bi giştî 160 milyon dînar bû.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: Eger her nûnerek di rûniştinekê de neamade be, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê birîn û 500 hezar dînar jî ji nebûna wî di her komîteya parlamentoyê de tê kêmkirin.

Ev biryar jixwe heye
Parlamenterê serbixwe Yûsif El-Kelabî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryar beriya niha di rêziknameyê de hebû, lê di vê qonaxê de ji ber boykotkirina civînên Encûmenê ji aliyê hin fireksiyonên siyasî ve hat aktîfkirin.
Got jî: mûçeyê her nûnerekî 7 milyon dînare û her meh 8 rûniştinên civata nûneran tê lîdarxistin û li ser her rûniştinekê ku nûner têde amade nebe, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê birîn.

Hewldanên têkbirîna rûniştinan

Nûner Yûsif El-Kelabî dibêje: Eger nûner bêyî hincet di 3 rûniştinan de beşdar nebe li ser bingeha rêziknameya navxweyî dê nûner ji kar were dûrxistin û parêzbendiya wî were rakirin.

Got jî: ji ber hewlên têkdana civînên hilbijartina serokê civata nûneran, lihevnekirina li ser vê pirsê û astengkirina karê yasayî û çavdêrîyê, ev biryar hat derxistin.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket