Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye

Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18
Serok Bafil û Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn  PUKMEDIA

Serok Bafil û Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn

Hilbijartin Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê li gel Konsulê Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê Maksîm Rûbîn civiya.

Di hevdîtinê de ku, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Nîştimanî Derbaz Kosret Resûl jî tê de amade bû, serdana Serok Bafil Celal Talebanî bo Rûsyaya Federal û civîn û hevdîtinên wî yên li wir bi erênî hatin nirxandin û tekezî li ser hemahengî û bihêzkirina peywendiyan hat kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên herdu aliyan dike.

Mijara hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî mijareke dinê civînê bû û her du alî tekez li ser lidarxistina hilbijartinên dadwerî û dûr ji her cure destwerdanê kirin Pêvajoya demokratîk bi nûkirina Herêma Kurdistanê û avakirina rêveberiyeke baş û bi hişiyarî encam bide.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê herwiha got: Danîna rêgiriyê li pêşiya piroseya hilbijartinan wek derbeke li xwesteka gelê Kurdistanê ye û rûyekî nerênî yê Herêma Kurdistanê li pêş civaka navdewletî nîşan dide, ji bilî wê yekê ku çarenûsa gel û nirxên wan ên bilind nayên destavêtin.

Her li vê hevdîtinê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyan hat kirin û her du alî tekez li ser berdewamiya hewlên niştimanî bo dabînkirina jiyan û jiyana welatiyan û parastina aramiya navçeyê kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket