Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker

Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17
Serok Bafil bi Seyîd Emmar Hekîm re dicive Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafi

Serok Bafil bi Seyîd Emmar Hekîm re dicive

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi Serokê Tevgera Hîkme Seyîd Emmar Hekîm re civiya.

Di civînê de Endamên Mekteba Siyasî Derbaz Kosret Resûl û Qubad Talebanî amade bûn. Her di vê hevdîtinê de behsa guhertin û aloziyên navçeyê kirin û  tekîd li ser diyaloga berpirsane û avaker di navbera hêz û aliyên siyasî de kir ji bo serxistina proseya siyasî û parastina aramiyê li welat.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê mijareke dinê civînê bû û her du alî tekez li ser giringiya hilbijartinan ji bo pêşdebirina proseya demokratîk û pêkanîna rêveberiyeke saxlem ku bibe sedema aramiya siyasî û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir, kirin.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket