Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin

Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi helkefta hatina sersala nû ya Ezdiyan pîrozbahî dike û got:"YNK rêzê li rol û pêgeha Êzdiyan di kûrkirina rihê aştî û pêkve jiyanê de digire û Herêma Kurdistanê pirrengtir û geştir kiriye."
Teksta peyamê:
Sala nû ya Ezdiyan li hemû xuşk û birayên Ezdî pîroz be û hêvîdarim ev cejn bi aramî derbas bikin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêzê li rol û pêgeha Êzdiyan di kûrkirina ruhê aştî û pêkve jiyanê de digire û Herêma Kurdistanê pirrengtir û geştir kiriye.

Em bi coşeke mezin piştevaniya xuşk û birayên êzîdî dikin ji bo parastina mafên xwe û bidestxistina daxwazên xwe û ji bo asayîkirina rewşa Şengalê û bidawîkirina êş û azarên wan emê berdewam bin.
Ez cejna we pîroz dikim.

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Kurdistan 04:28 PM - 2024-04-30 Mekteba Siyasî YNKê dicive

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket