Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike

Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17
Serok Bafil  bi David Burger re hevdîtin kir Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil

Serok Bafil bi David Burger re hevdîtin kir

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê David Burger kir.

Di civînê de ku, Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Pêwendiyan tê de amade bû, pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê û giringî û pêwîstiya hilbijartinên dadmend ku bersiva daxwazan û guhertinan li navçeyê bike, hate gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser pêbendbûna YNKê bi dema diyarkirî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo hilbijartinan kiriye û got ku her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan dê ziyanê bigihîne herêma me û pirsiyar li desthilatên yasayî û îdarî dike. Ji ber vê yekê, divê hilbijartin bêne kirin û ezmûna me pêşve bibe, ne ku hewl bidin ku wê dereng bikin.

Serok Bafil amaje bi wê yekê jî kir ku em piştrast in ku ev hilbijartin dê pêkhateya Herêma Kurdistanê bihêztir bike û wêneyekî demokrasiya herêma me ji civaka navdewletî re nîşan bide.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket