Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne

Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17
Qubad Talebanî  Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Serok Bafil Celal Talebanî

Serpereştiyarê Ofîsa Sekretariya Mam Celal, Qubad Talebanî dibêje: "YNK ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de amade ye û em di wê baweriyê de ne ku eger hilbijartin di dema xwe de neyên kirin dê ziyanê bigihîne demokrasiya Herêma Kurdistanê."

Qubad Talebanî di çarçoveya civîna heştemîn a li Silêmaniyê de got:“Me xwe ji hilbijartinan re amade kiriye û komîte û navendên me yên ji bo hilbijartinan bi xebatên xwe ve mijûl in, namzetên me amadekariya pêvajoyê dikin û em ê hemû tedbîran bigirin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.’’

“Îro YNK bihêz e û kadroyên wê jî wêrek in û rêxistina me jî bihêz e û me çaksaziyên baş di nava partiyê de pêk anîne. Em ji encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê mîna hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê geşbîn in.’’ Got

Her wiha got: “Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin, eger hilbijartin di roja ku ji aliyê serokê Herema Kurdistan  ve hatiye diyarkirin de neyê kirin, pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê dê ziyaneke mezin bibîne.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket