Di operasyoneke hevbeş de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Kurdistan 10:35 AM - 2024-04-17
Oparesyona Hevbeş PUKMEDIA

Oparesyona Hevbeş

Terorîst

Fermandeyiya Hêzên Komando yên Kurdistanê ragihand Sêşemê bi şev piştî operasyoneke hevbeş a ewlehiyê di çarçoveya operasyonên li rojhilatê parêzgeha Selahedîn de, bi piştevaniya firokeyên artêşa Êraqê û Hevpeymaniya Navdewletî 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandeyê di daxuyaniyekê de ragihand: Hêzên komando bi hemahengiya hêzên hevpeymaniya navdewletî, Hêzên Dijî Terorê yên Êraqê û Lîwaya 16 a Wezareta Pêşmerge, operasyoneke hevbeş a ewlehiyê li devera (Tewêrkir) li navçeya Kifrî pêk anîn, amaje bi wê yekê jî kir ku “operasyon piştî wergirtina zanyariyên istixbaratî derbarê hebûna liv û tevgerên rêxistinên terorîst li herêmê birêve çû.

Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin ku 2 ji wan emîrên wê rêxistinê bûn, herwiha embarên çek û alavên rêxistinên terorîst hatin têkbirin û hejmareke zêde ya çek û cebilxane û piskilêt jî hatin desteserkirin.
Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî û firokeyên Êraqî êrîşeke asmanî pêk anîn, berî ku hêzên komando, Firqeya 16 û Dijî Terorê ji çend aliyan ve êrîşeke bejayî bo şopandina çekdaran pêk bînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket