Rejimê ji Balîsanê dest bi êrîşên kîmyewî li ser kurdan kir
Kurdistan 08:35 PM - 2024-04-15Gorên qurbaniyên Enfalê
Di 16’ê Nîsana 2024’an de, di salvegera 37’an a êrîşa kîmyayî ya li ser Balîsan û Şêx Wasanê de, ku yekem car li dijî gelê Kurd hat bikaranîn, 263 sivîlên bêguneh hatin qetilkirin û 620 kes jî birîndar bûn.
Beriya 37 salan rejîma Baas a faşîst bêyî guhdana qanûnên navneteweyî li ber çavê hemû welatên cîhanê, ku bû belgeya bêexlaqiya siyaseta navneteweyî, sûcê herî mezin li dijî sivîlan li Geliyê Balîsan û gundên Xoşnewtî pêk anî.
Piştî êrîşa leşkerî bo ser xelkê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi 12 firokeyên şerker siyaniyên Şêx Wasenan û Geliyê Balîsan bombebaran kirin û bo yekem car çekên kîmyayî yên qedexeya navdewletî li dijî Şoreşger û niştecihên Kurd bikar anîn.
Di encama bombebarana çekên kîmyewî yên rejîma Baasê de 263 sivîlên bêguneh hatin kuştin, 620 kes jî birîndar bûn û 72 leheng jî winda bûn.
Roja kîmyabarana herêmên Şêx Wasan û Balîsan ku ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin, weke roja jîngeha Kurdistanê hat ragihandin û her sal di vê rojê de gelek çalakiyên jîngehparêzî tên lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18