Herêm: Karmend li benda xerckirina mûçeya meha Adarê ne
Kurdistan 01:14 PM - 2024-04-04Pere
Biryare îro Pêncşemê Wezareta
Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê proseya dabînkirina mûçeyên meha Sibatê bi
dawî bike piştî paşxistina du mehan, karmend niha li benda xerckirina mûçeya
meha adarê ne.
Ev çend sal in karmendên
Herêma Kurdistanê tûşî pirsgirêka paşxistina mûçeyên wan bûne, bi hewl û
hewldaneke mezin, piştî biryarek ji aliyê Hikûmeta Federal ve mûçeyên meha
Sibatê ji wan re hat dayîn.
Wezareta Darayî ya li
hikûmeta federal, 680 milyar dînar weke terxankirin ji bo mûçeyên karmendan,
lênêrîna civakî û malbatên şehîdan û enfalkiriyan ji Herêma Kurdistanê re şand.
Wezareta Darayî jî li gorî
biryara Dadgeha Federalî, 353 milyar dînar wek pere ji bo mûçeyên mayî yên meha
Sibatê yên endamên saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê belav kir.
Bi vî awayî ew pereyê ku
ji hikûmeta federal ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şandin, zêdetirî
961 milyar dînar e û weke mûçeyên meha Sibatê dê were dayîn.
Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî banga çareserkirina pirsgirêka mûçe kir
Nûnera Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Biryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî di
civîna xwe ya dawî de li gel Serokwezîrê Federalî, mijara mûçeyê karmendan
xiste rojevê û me daxwaz ji wî kir ku çareseriyeke radîkal ji mûçeyên karmendan
re were dîtin.
Got jî: Serokwezîr soza
çareser kirina vê kêşeyê da me û spas ji bo xwedê, hewlên Yekîtîya Niştîmanî encam
dane û pirsgirêk hatine çareser kirin.
Got jî: Em di Yekîtîya
Niştîmanî ya Kurdistanê de dê berdewam bin li ser xebat û karên xwe bo
berevanîkirin ji mafên hevwelatîyan û hewla ji bo çareser kirina kêşeyên li pêş
wan bi awayekî radîkal bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19