Berdevkê Fermî: Yekîtî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike
Kurdistan 11:07 AM - 2024-04-03Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Saidî Ehmed Pîre tekez kir ku Yekîtiya Niştimanî piştevaniya
lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî 6.10.2024ê
de dike û ev jî daxwaza girseya gelê Kurdistanê ye.
Seidî Ehmed got: Hemû
pirsgirêk, xizmetkirina zêdetir ji bo welatiyan, aramkirina sîstema siyasî li
Herêma Kurdistanê û vegerandina baweriyê ji welatiyan re tenê bi lidarxistina
hilbijartinan pêk tên û eger hilbijartin neyên kirin, emê berdewam bin di
valahiya destûrî û paşeroja Herêma Kurdistanê dê di tûneleke tarî de be.
Peyvdarê fermî got:
paşxistina hilbijartinan di her şert û mercî de karekî xirab e û nayê hilbijartinan
bi hin hesabên xelet ve were girêdan, û em bawer dikin ku ev hilbijartin bi
başî derbikevin.
Me tu hevdîtin red nekirSeidî Ehmed Pîre dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amadeye li gel hemû aliyên siyasî bicive û heta niha ti civîn red nekiriye, lê tekezî li ser lidarxistina helbijartinan di roja diyarkirî de dike. Ji ber ku ev dîrok bi lihevkirina di navbera hemû aliyên siyasî de hat ragihandin. Em hêvî dikin ku hemû astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinan bên rakirin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ti carî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekir, lê me gilî li dijî yasaya hilbijartinan kir û em rêzê li biryara Dadgeha Federalî û saziyên din ên yasayî digirin.
Ji şert û mercên pêşwext dûr bisekininPîre1 dibêje: Divê em xwe ji bikaranîna hin peyvên ne guncaw dûr bixin û li ser hin derdorên dadwerî neyên tawanbarkirin, divê em berê xwe bidin paşerojê û hilbijartinan di roja diyarkirî de pêk bînin.
Got jî: Nabe ti pêşmerc ji bo lidarxistina helbijartinan bê danîn, ji ber ku ev kar dê zirarê bide ezmûna siyasî ya Herêma Kurdistanê û paşxistina hilbijartinan jî karesatek bo Herêma Kurdistanê ye.
Wî jêderî eşkere kir: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê amadeye di roja 6.10.2024ê de hilbijartinên şefaf û dadperwerane pêk bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19