Letîf Nêrweyî: Serdana Serok Bafel girîng û hestiyar bû

Kurdistan 10:50 AM - 2024-03-29
Letîf Nêrweyî PUKMEDIA

Letîf Nêrweyî

Mekteba Ragihandina YNKê

Serokê desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku serdan û hevdîtinê  Serok Bafil Celal Talebanî  Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Rûsyayê di demeke hestiyar û girîng de ye û  peyameke watedare .

Serokê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ragihand ku Serok Bafil Celal Talebanî weke serkirdeyekî payebilind ê Kurdistan û Iraqê hatiye pêşwazîkirin li Russiya û wiha got: “Serok Bafil ji ber rol , pêgeh û giraniya YNKê wek partiyeke sereke li Kurdistana Iraqê û berçavgirtina siyasetên aqilane yên YNKê li herêmê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, wek serkirdeyekî payebilind ê Kurdistan û Iraqê hat pêşwazîkirin .”

Her wiha got: “Herwiha bi berçavgirtina rola YNKê ji bo nêrîn û têgihiştina wê li ser mijarên curbicur ên navçeyê, ji ber wê jî em dikarin bibêjin ku serdana Serok Bafil di demeke hestiyar de serdan, hevdîtin û peyameke girîng bû.’’

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî Pêncşemê gihîşte Moskovayê û bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya ,her wiha bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Efrîqayê Mîxaîl Bogdanov û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re jî hevdîtin kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket