Dema wergirtina lîsteyên namzedan hat dirêjkirin

Kurdistan 12:38 PM - 2024-03-28
Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Hilbijartin YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de lîsteyên namzedên xwe yên li çar bazneyên helbijartinan amade kirine û di heyama diyarkirî de dê lîste radestî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were kirin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî lîsteyên namzedên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de amade kirine û li her çar bazneyên hilbijartinê lîstê xwe hene û dê di dema diyarkirî de lîsteyan pêşkêşî komnîsyonê bikin.

Got jî: Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ewê serokên lîsteyên Yekîtiya Niştimanî li bazneyên hilbijartinan diyar bike û herwiha dê serperiştiya xebat û meşandina piroseyê bike.

Got jî: Yekîtiya Niştimanî lîsteyên xwe yên berbijêr bi berçavgirtina rêjeya beşdariya jinan di hilbijartinan de amade kiriye, ku %30ê hejmara namzedên wê ye û amade ye hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de birêve biçe 6/10/2024.

Dema dawî ya wergirtina lîsteyên berbijêran

 Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dema dawî ya wergirtina lîsteyên namzedên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin eşkere kir.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Roja dawî ya wergirtina lîsteyên namzedên hevpeymanî, partiyên siyasî û kesên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin, roja yekşemê bi dawîbûna demjimêrên fermî ye 31/3/2024.

Çawaniya pêşkêşkirina lîsteyên namzedan

Derbarê çawaniya pêşkêşkirina lîsteyên namzedan bo Komisyonê, Cumana El-Ghelayî got: Serokê hevpeymaniyê yan partiyê dikare lîsteyên namzedan pêşkêş bike û her kesê ku vê yekê bike jî dikare destûr jê re were dayîn, bi mercê ku îmzeya li ser lîsteyan tenê ji aliyê Serokê hevbendî an jî partiyê  ve bê, û eger ji yek lîste zêdetir bên pêşkêşkirin, lîsteya dawî tê pejirandin.”
Wê got: Her dema ku partiyek siyasî berî bidawîhatina dema pêşkêşkirina lîsteyên berbijaran ji hevpeymaniya siyasî vekişe, divê hevpeymanî ji vê yekê agahdarî bide Wezareta Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî û piştre lîsteyek nû ya berbijêran pêşkêş bike. Her wiha piştî bidawîbûna dema pêşkêşkirina lîsteyên namzetan mafê ti partiyekê nîne ku ji hevpeymaniyê vekişe.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket