Letîf Nêrweyî: YNK ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 10:08 PM - 2024-03-19Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê
Berpirsê desteya ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê bên kirin û ragihand:"Nelidarxistina hilbijartinên parlementoyê metirsiyê li prosesa demokrasiyê dike û YNK amadeye bo hilbijartin."
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di hevpeyvînekê de ligel televizyona Gelê Kurdistanê got: “Giringiya civîna îro ya Mekteba Siyasî ew e Kurdistan di du waran de di rewşeke aloz de ye: Yekem ew e ku parlamentoya Kurdistanê ji ber paşxistina hilbijartinan têk çûye û komîsyonê rewatiya xwe ji dest daye û qada duyemîn jî mijara mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û paşxistina mûçeyên karmendan e.’’
Letîf Nêrweyî got: "Peyama Polîtboruya YNKê gelekî şefaf e, eger hilbijartin bên paşxistin dê proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê paşve biçe û avahiya Herêma Kurdistanê ji bo saziyan bikeve metirsiyê, lewma tenê bi lidarxistina hilbijartinan em dikarin rewatiya saziyan vegerînin.”
Peyamên şaş li dijî YNKê ne ji ber ku ji YNKê ditirsin
Her wiha got:’’ Berê Bexda bi wê yekê dihat tometbar kirin ku naxwaze helbijartinan pêkbîne, lê niha hewldan bo paşxistina helbijartinan hene.’’
Letîf Nêrweyî lê zêde kir: “Hemû peyamên şaş li dijî YNKê ne, ji ber ku ji YNKê ditirsin, lê YNK xwe naxe asta van partiyan û bersiva wan nade.’’
Neteweyên Yekbûyî û welatên hevalbend bi fikar in
“Netewên Yekgirtî û hevpeymanên wê dilgiran in ji paşxistina hilbijartinan û ne lidarxistina hilbijartinan, ku nîgeraniyeke cidî ye û metirsî li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê ye û rê li ber destwerdana di karûbarên Kurdistanê re vedike. ‘’wiha got
YNK dixwaze mûçe neyên paşxistin
Her wiha got: "YNK dixwaze mûçe bên dabeşkirin û paşde nekeve. YNK gelekî xema Herêma Kurdistanê û karmendên Herêma Kurdistanê yên mûçe werdigire, ti behaneyek ji bo paşxistina dabeşkirina mûçeyan nîne."
“Wan di civînê de Qubad Talebanî bi wê yekê tohmetbar kir ku piştevaniya dabeşnekirina mûçeyan dike, lê piştre dema zanî ku Qubad Talebanî beşdarî civînê nebûye, şerm kirin û di dawiyê de ev mijar red kirin û daxwaza dabeşkirina mûçeyan kirin.’’
Her wiha got: ‘’Pêwîste pêngav ji bo hemahengiya li gel Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî mûçeyê karmend û mûçeyên Herêma Kurdistanê bên avêtin û YNK jî li ser helwestên xwe tekez dike.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19