Serok: Em piştgirî nadin ti grûpên ku êrîşî welatên cîran bikin
Kurdistan 12:49 PM - 2024-03-04Serok Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê BafIl Celal Talebanî dibêje ku aramiya Êraqê ji bo
navçeyê pir girîng e û peywendiyên baş li gel welatên cîran hene û divê ji bo
pêşxistina rewşa ewlehiyê van peywendiyan xurt bike û pêş bixe.
Pêwendiyên bi Tirkiyeyê reSerok Bafil Celal Talebanî dibêje: Em bi ti alî û girûpeke çekdar re hevkariyê nakin ku li dijî Tirkiyê kar bikin, em alîkariya Amerîka dikin bo rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê li ser bingeha yasaya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin.
Herwaha got: Em piştevaniya ti aliyek û girûpekê nakin ku dijminatiya Tirkiyê bike û her êrîşekê li ser welatên cîran bike, di dema dawî de êrîşên asmanî berdewam bûn û di encamê de hejmarek ji hemwelatiyan şehîd bûn di nav de hevalên min jî hebûn. Divê Tirkiyê siyaseta xwe binirxîne û vegere çalakiyên hevbeş û bi Yekîtî re ti dijminatiyê neke, deriyên me ji çalakî, diyalog û têgihiştinê re vekirî ne û em ti carî li ser mafên me û berjewendiyên hevwelatiyan li Herêma Kurdistanê bazariyê nakin.
Derketina hêzên Amerîkî ji ÊraqêBafil Celal Talebanî di dema beşdarbûna xwe di semînarekê de li kêleka Dîdara Diyaloga El-Rafîdên li jêr dirûşma (Pêşeroja Mirov: Kirîz û Veguhertin) bi amadebûna girûpeke mezin ji berpirs û kesayetiyên siyasî û dîplomasî got: Divê Amerîka xwe biparêze û rê li ber alozbûna rewşê bigire û ez di wê baweriyê de me ku sedemên wê hene ji bo destpêkirina hin êrîşan, hinek alî hene dixwazin hêzên Amerîkî ji Êraqê derkevin, lê divê Êraq siyaseteke hevseng bişopîne ji bo bihêzkirina rewşa ewlehî, peywendiyên baş di navbera Amerîka û Êraqê de sûdeke mezin di bihêzkirina rewşa ewlehiyê de heye.
Têkiliyên navneteweyî yên hevseng
Serok Bafil
Celal Talebanî got: Divê em bi hemû giringî li peywendiyên xwe yên navdewletî
binirin ku hebûna hêzên hevpeymanan ji bo şerê terorîstan hatine û em dibînin
ku metirsiyên DAIŞê kêm bûne, lê hîn jî maye. Divê pêwendiyên me li gel hemû
welatan baş be ji bo rûbrûbûna DAÎŞê û xurtkirina ewlehiyê. Divê hêzên Amerîkî
li Êraqê bimînin û armancên xwe diyar bikin. Divê em girîngiya mayîna van hêzan
ji bo perwerdekirin hêzên Êraqî zanibin û li gorî pêşkeftin û teknolojiya
hevdem tevbigerin.
Got jî: Em
di rewşeke awarte de dijîn û em naxwazin ti gel bibe qurbanê nakokiyên serbazî
û emnî li herêmê, çareser kirina kêşeyan divê bi rêya diyalog û têgihiştinê be
û ne bi tundî û bikaranîna hêzê be.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Êraqê
Derbarê peywendiyên
navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
jî dibêje: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hêdî hêdî ber bi
başbûnê ve diçin, hinek mijarên girêdayî dadweriyê û biryarên Dadgeha Federal hene
zehmet bû, lê em dikarin fersendê bi kar bînin ku di derbarê hemî dosyayan de
bibin yek.
Got jî: Pirsgirêka
bingehîn ew e ku hinek kes hene li ser kursî rûniştine û rexne li kurdan dikin,
em şanaziyê bi dîroka xwe li Êraqê dikin û eger em yekdeng bûna serkeftina me
mezintir bû. Em şanaziyê bi hevaltiya xwe li gel her kesî dikin Şîe, Sunne, Amerîkî û Îranî.
Divê em bi hev re kar bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û parastina welatiyên
xwe bikin. Nabe bi Bexdayê re wek dijmin mijul bibin. Belê, divê em di nav xwe
de hevkariyê bikin, ji hevpeymanên xwe li Bexdadê sud werbigrin û bi awayekî
realîst ji bo paşeroja me kar bikin, divê hemû aliyên siyasî zanibin ku
Yekîtiya Niştimanî ti aliyekî dijminê xwe nabîne û ji bo paşerojeke geş a Êraq
û Herêma Kurdistanê bi her kesî re mijûl dibe.
.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19