Kesên ku daxwaza kursiyên kota dikin,nûnertiya tirkmenan nakin
Kurdistan 04:52 PM - 2024-02-27Ebdulbasît Xalid
Serokê Lêjneya Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê tekez kir, ew kesên ku daxwaza dabeşkirina kursiyên kotayan li ser navê Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê dikin, bi rastî nûneratiya pêkhateya Tirkmen nakin, belku ji aliyê aliyekî taybet ve ji bo armancên siyasî tên bikaranîn.
Tirkmen pesnê biryara Dadgeha Federal didin
Berpirsê Encumena Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê Ebdulbasît Xalid di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê bo betalkirina dabeşkirina kursiyan pêkhateyên li parlamentoya Kurdistanê, biryarek li gor yasayê ye û em wek tirkmen pesnê wê yekê didin, ji ber ku ew biryar li dijî pêkhateyeke taybet nehatiye dayîn.
Her wiha got: “Çawa ku kurd li Iraqê neteweya duyemine û pêwîstiya wan bi veqetandina kursiyên parlamentoya Iraqê ji wan re nîne, tirkmen jî xwe wek neteweya duyem li herêmê dibînin û pêwîstî bi dana kursiyan nîne. Di Parlamentoya Kurdistanê de û yên ku bi navê tirkmenan daxwaz dikin ku kursî ji wan re bên terxankirin, nêrîna me diyar nakin û armanc dikin ku berjewendiyên teng ên şexsî û hizbî pêk binin.”
Îstîsmarkirina kursiyên pêkhateyan ji bo armancên siyasî ye
Serokê Lêjneya Siyasî ya Tirkmenan li Hewlêrê tekez kir û got: “Ew kesên ku bi navê pêkhateya Tirkmen di Parlamentoya Kurdistanê de bûn, ji aliyê partiyeke siyasî ve ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û xirabkirina navê pêkhateyê hatin desteserkirin. Pêkhateyeke resen ku bi sedan sal in li Hewlêrê heye û em rê nadin mafên me bên binpêkirin li pêşberî ti alî û kesekî.
Wî eşkere kir û got: “Eger Tirkmen di çarçoveya hevpeymaniyeke yekgirtî de beşdarî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, dê hejmareke mezin ji kursiyan bi dest bixin, ku bê guman bi rastî nûneratiya pêkhateya Tirkmenan dike, dûr ji bindestî û girêdayîbûna bi her partiyekê siyasî re."
Dadgeha Bilind a Federal di rûniştina xwe ya 21.02.2024an de biryara xwe li ser doza ku bi hejmara (83 û yekîneyên wê 131 û 185\Federal 2024) hatiye vekirin, der barê mekanîzma û sîstema hilbijartinê de çend guhertinan pêk tîne , hejmara kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê û tomarkirina dengderan, tevî betalkirina dabeşkirina 11 kursiyan bo pêkhateyan li parlamentoyê.
Biryara dadgehê li ser gilînameyekê ku di 02.05.2023ê de hatiye tomarkirin, li dijî 5 xalên yasaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, ango madeyên (1-9-15-22-36) yên ku ji qanûna hilbijartinan hatine guhertin, hatiye girtin û dozger daxwaz ji Dadgeha Federalî kir bobetalkirina guhertinan û vegerandina qanûnê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20