YNKê mafên pêkhateya diparêze û nûneratiya rast ji wan re dixwaze
Kurdistan 05:53 PM - 2024-02-24Avahiya Parlamentoya Kurdistanê
Dabeşkirina kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de bi destpêşxeriya Serok Mam Celal bû û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Parlamento kir cihê berevaniyê li mafên hemû pêkhatan û hertim hewil da ku nûnerên rasteqîne di encûmenên hilbijartî de hebin. Endamekî Encumena Serkirdayetiyê piştrast dike ku ew kesên ku di bin navê kotaya pêkhateyan de bûne nûner, hevsengiya Parlamentoya Kurdistanê têk didan.
Redkirina parzûnalîzekirin û îstismarkirina pêkhateyan
Di vê derbarê de endama Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hasîbe Ebdullah ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bergiriyê li mafên pêkhateyan dike û li ser helwesta xwe radiweste. Li dijî her aliyekî ye ku hewl dide wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û nûnertiya karîkaturî ya wan jî red dike.”
Wê her wiha got: “Biryarên Dadgeha Federalî gavên erênî ne û dibin sedema parastina mafên pêkhateyên xwecihî li Kurdistanê. Yekîtiya Niştimanî tu carî piştgîriyê nade kêmkirina pêkhatan û nebûna nûneratiya wan di parlamentoyê de, lê di heman demê de bindestiyê red dike di bin navê nûnerên pêkhateyan de."
Yekîtiya Niştimanî bi pêkhateyên Kurdistanê re peywendiyên dîrokî hene
Ji aliyê xwe ve endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî yên Kurdistanê re peywendiyên nêzîk û dîrokî hene û bi berdewamî berevaniyê li mafên wan kiriye. Lê dema ku hevsengî li Parlamentoya Kurdistanê bi navê nûnerên pêkhateyan têk biçe, divê pêkhate bi xwe rê nedin vê yekê û rê nedin tiştên ku di civînên berê yên Parlamentoya Kurdistanê de qewimîn, dubare bibin.”
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 2 nûnerên parêzgehan li parlamentoya Iraqê hene û her du nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Neynewa jî ji pêkhateyan in û di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de wê namzetên ku bi rastî nûnertiya pêkhateyên Kurdistanê dikin hebin.”
Serok Mam Celal parêzvanê pêkhateyan bû û karê wî berdewam e
Piştî biryara Dadgeha Federalî ya serrastkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, endamê Encûmena Serkirdayetiyê berpirsê Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrwayî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Dîrok şahidê helwestên Serok Mam Celal û têkoşîna wî ya ji bo parastina pêkhateyan û destpêşxeriya terxankirina kursiyên kotayan ji bo parastina wan û hebûna wan di Parlamentoya Kurdistanê û saziyên herêmê de ye.”Her wiha jî piştî operasyona rizgarkirina Iraqê, ku Serok Mam Celal daxwaza avakirina Rêveberiyeke hevbeş li Parêzgeha Kerkûkê di navbera pêkhateyan de kir, tevî cudabûna rêjeya hewniştimanan, bi heman awayî, ji ber wê jî meşa me berdewam e û Yekîtiya Niştimanî parastina mafên pêkhateyan dike û Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenan de 9 kursî bi dest xistin ku 4 jê çûne ser pêkhateyên olî û niştimanî, baştirîn belge bo parastina mafên pêkhateyan ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve.”
Şêrîn Yûnis, endama Fraksyona Yekîtî di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû, ku Yekîtiya Niştimanî parêzvanê mafên pêkhateyan e. Em alîgirê hilbijartinên adil û şefaf in ku baweriya welatiyan bi proseya hilbijartinan zêdetir bibe.”
Şêrîn Yûnis ragihand, Yekîtiya Niştimanî gel mafên pêkhateyane li Parlamentoya Kurdistanê û weke berê berevaniyê li mafên wan dike, di paşerojê de jî dê berevaniyê li wan bike û rê nade ku ti aliyek bi dengên wan destwerdan bike û pêkhate dikarin di nava 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê de beşdarî hilbijartinan bibin.”
Di 21ê Sibata 2024an de Dadgeha Bilind a Federalî biryara xwe derbarê dosya li hember çend madeyên yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê belav kir û biryar da ku herêm li ser 4 navçeyên hilbijartinan were dabeşkirin û kursiyên 11 pêkhateyan di parlamentoyê de bên betalkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19