Çar herêmên hilbijartinê di parlamentoyê de hevsengiyê çêdikin
Kurdistan 06:36 PM - 2024-02-20Parlamentoya Kurdistanê
Biryare sibe (21-2-2024) Dadgeha Federalî ji bo guhdarîkirina giliya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bicive ku pêştir 11 care paşve hatibû xistin û mamosteyekî zanko dibêje :"Eger Dadgeha Federalî li ser giliya YNKê biryarê bide, sîstema hilbijartinan li Herêma Kurdistanê dê bibe çaralî û bi vî awayî mafê kursiyên parêzgehan diparêze."
Çar herêmên hilbijartinê kursiyên parêzgehan diparêzin
Mamostayê zanîngehê û pisporê di warê hilbijartinan de Rêbîn Ebûbekir ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Piştî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li dijî yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê gilî kir û gilîname çend car hat paşxistin , wê sibe Dadgeha Federalî derbarê pirsa yek û çar navçeyan de ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryarê bide. ”
Wî got: "Sîstema çar xalî dê kursiyên parêzgehan diyar bike, lewra hejmara dengderan bandorê li proseya hilbijartinan nake û kursiyên parêzgehan dê bên parastin û ti parêzgehek nikare mafên parêzgeheke din werbigire."
Di meclîsê de hevsengiya hêzan çêdibe
Lidarxistina hilbijartinên bê bi sîstema çaralî dê xizmeta pêvajoyê bike, da ku parêzgeh mafê xwe yê kursiyan biparêzin.
Mamostayê zanîngehê li buroya hilbijartinên YNKê Hawnyaz Samî ji PUKMEDIA re ragihand: “Çar navçe dê xizmeta proseya bê ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bikin û dê piştrast bin ku parêzgehan xwedî mafê kursiyan e, lê eger yek navçeyek li parêzgehê hebe ku dengdêrên wê zêdetir be dê kursiyên parêzgehê bi beşdariya kêmtir kêm bibin.”
“Giringiya çar herêman ew e ku hevsengiya hêzê di hilbijartinan de çêbibe û nûnerên parêzgehan li gorî hejmara niştecihên parlamentoyê bin, ne li gorî beşdariya piraniya û kêmaniyan di hilbijartinan de be.” Wiha got.
Heft partiyên kurdî li ser çar herêman li hev dikinRoja 11.03.2023ê 7 partiyên Kurdistanî li ser wê yekê li hev kirin ku li gorî parêzgehên Herêma Kurdistanê sîstema hilbijartinê ya çaralî hebe û tomarkirina biyometrîk a Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bibe bingeh ji bo hilbijartinan.
Partiyên Kurdistanî (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê, Tevgera Gorran, Civaka Dadperwerî, Yekgirtûya Îslamî, Partiya Komûnîst, Zehmetkêşên Kurdistanê û Partiya Rencdaran) li baregeha Polîtboruya Siyasî ya YNKê li Silêmaniyê civiyan û biryar dan ku hilbijartinên bê yên parlamentoyê li çar deveran bên kirin.
Li herêmê nêzî 4 milyon welatî mafê dengdanê heneLi gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê 3 milyon û 789 hezar û 405 dengdêr dikarin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bibin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema qeydkirin û nûkirina qeyda dengdêran dirêj kir ji bo 10 rojên din bi qasî ku pêkan e hemwelatiyên xwe tomar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19