YNKê: Herêm pêkhateyeke yasayî û destûrî ye
Kurdistan 04:15 PM - 2024-02-20Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Daxuyaniya Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind (YNK)
Derbarê daxuyaniya birêz (Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê)
Divê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê li kêleka fraksyonên din ên Kurdistanî helwestê nîşan bide li ser daxuyaniyên Rojî 18/2/2024 Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê (Dadwer Faîq Zêdan) li ser avakirina Herêma Kurdistanê û avakirina herêmeke nû ya federal li Iraqê.
Xalên ku divê di daxuyaniya Encumena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê de bên nirxandin ev in:
1. Navê Herêma Kurdistanê weke “rastiyeke cografî û netewî” (rewşa piştî dagîrkirina Kuweytê) bi nav kiriye, ku diviyabû wek herêmeke destûrî ya federal bihata binavkirin, li ser xala 117/1 ya destûra daîmî ya Iraqê ku qanunê asasî ye.
2. Herêma Kurdistanê bi “rewşeke taybet” bi nav dike û wê bi “pejirandina hemû rolên gelên Iraqê” ve girêdide, ne ku weke pêkhateyeke yasayî di destûra herdemî ya Iraqê de.
3. Di dema amadekirina prensîbên destûra hertimî ya Iraqê de, pirsiyar dike û bi temamî dibêje:“Niha rewş ji bo kesên ku bawerî bi van prensîban guheriye, niha jî baweriya wan bi guhertina wan heye...” Tevî ku Kurd beşdarî nivîsandina van prensîbên destûrî bûne û em tu carî ji nivîsandina van prensîban poşman nebûne.
4. Hizra avakirina herêmeke nû li her devereke Iraqê red dike û metirsî li ser yekîtî û ewlekariya Iraqê dibîne, bêyî ku li ber çavan bigire ku avakirina herêmeke nû li Iraqê mafekî destûrî ye (117/ 2, 118, 119) û prosedurên bi qanûna hejmar (13) ya 2008 ‘an.
Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind (YNK)
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19