Serok Bafil peyama YNKê gihande hevpeymanan
Kurdistan 05:48 PM - 2024-02-19Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî beşdarî Konferansa Asayişa Munichê ya 2024ê bû û tê de karî peyama YNKê rasterast bigihîne dost û hevalbendên cîhanê.
Her di wê konferansê de, Serok Bafil çendîn hevdîtinên taybet û fermî li gel serokên hikûmet, dîplomat, siyasetmedar û şarezayên serbazî pêkanî û rewşa giran a Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî ji serkirde û berpirsên pilebilind ên cîhanê re ragihand.
Serok Bafil bal kişand ser vê yekê ku têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst neqediyaye û bal kişand ser rewşa neîstiqrar a li herêmê ji ber nakokiyên herêmî.
Her wiha pêwîstiya mayîna hêzên hevpeymaniya navdewletî li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî rave kir û got, pêwîst e hêzên mayî bi awayekî ku pêwîstiyên îro yên aştî û seqamgîriyê li navçeyê dabîn bikin.
Serok Bafil Celal Talebanî behsa hewlên berdewam yên YNKê ji bo hevahengiya zêdetir a tîma di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kir. Girîngiya hilbijartinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amadekariyên di dema xwe de û misogerkirina serkeftin û yekparçebûna van hilbijartinan mijareke dinê hevdîtinê bû li gel berpirsên ku di Konferansa Asayîşa Munchenê re civiyabû.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19