Civata Nûneran behsa binpêkirina serwerîya Îraqê dike
Kurdistan 12:19 PM - 2024-02-10Civîna Meclîsa Nûneran
Biryare îro şemî 10.02.2024 demjimêr 5ê piştî nîvro, civata nûnerên Îraqê civîneke dewreyî bo gotûbêjkirina êrîşên ser serwerîya Îraqê li dar dixe, endamekî civata nûneran dupat dike ku yekrêzî û diyaloga Îraqî yekane rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dawî li vê pirsgirêkê bînin.
Cîgirê Serokê Firaksiyona Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran Kerîm Şakur di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: “Em wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê beşdarî civîna ku ji aliyê Civata Nûneran ve bo gotûbêja êrîşên li ser serweriya Iraqê ye.”
Kerîm Şakur got jî: Em di wê baweriyê de ne ku destwerdanên derve yên welatên navçeyê û hêzên mezin li ser karûbarên navxweyî û binpêkirina serweriya Iraqê piştî azadkirina Iraqê dest pê kir û ev pirsgirêk pêwîstî bi yekrêziya rêzên Iraqê heye. Ji hemû hêz û aliyên siyasî re bi hikûmetê re axaftineke yekgirtî pêwîste, piştre jî bi welatan re rûniştin ku eleqedar in li ser vê pirsgirêkê diyalogê bikin.
Cîgirê serokê firaksiyona Yekîtiya Niştîmanî got: “Divê em bi hemû welatên ku binpêkirinan dikin bi awayekî wekhev û di helwêstên xwe de ji hev cuda nebin, ji ber ku êrîş û lêdan li ser hemû navçeyên Iraqê hene û ev yek jî pêwîstî bi wê yekê heye ku em xwedî helwesteke berfireh bin bo dîtina pirsgirêkê.”
Derbarê pêşbîniyên danûstandinên navbera Iraq û Amerîkayê de jî, Kerîm Şakur tekez kir ku, mayîn û derketina hêzên hevpeyman û Amerîka ji Iraqê divê bi diyalog û ji hev têgihiştinê be li ser vê dosyayê bo bidawîkirina vê aloziyê .”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19