Lijneyek ji bo şopandina şandina mafên Herêmê hate avakirin
Kurdistan 01:29 AM - 2024-01-29Civata Nûneran, Dînarê Îraqî
Endamekî Komîteya Darayî ya Civata Nûneran dibêje:“Lijneyek ji bo lêkolînkirina çawaniya terxankirina 618 milyar dînar bo mûçeyê meha yekê ya karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê û asta cîbicîkirina erkên herêmê di yasaya bûdceyê de hatiye avakirin. ‘’
Endama Lijneya Darayî ya parlementoya Iraqê li ser firaksyona YNKê,Dr.Nermîn Maaruf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Di berdewamiya hewlên me de ji bo garantîkirina mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybetî mûçeyên karmend û xanenişînan di bûdceya federalî de û ji bo dîtina çareseriyeke radîkal ji pirsa mûçeyan re di serastkirina yasaya bûdceyê de, biryar hat dayîn ku komîteyeke taybet ji bo şopandina dayîna alîkariyên diravî yênHerema Kurdistanê bê avakirin.
Dr. Nermîn Maaruf got: “Li ser pêşniyara ku ji aliyê me ve hatiye pêşkêşkirin, biryar e roja Yekşemê 28.01.2024ê ji hejmarek endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoyê komîteyek taybet bi armanca şopandin û pêşkêşkirina raporteke lezgîn were avakirin li ser rêkarên Wezareta Darayî ya Federalî ji bo dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî biryara Encûmena Wezîrên federal, 618.5 milyar dînar wek mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bo meha 12 Çile û herwiha şopandina pabendbûna herêmê bi xalên qanûna bûdceyê re.”
Encûmena Wezîrên Federal di civîna xwe ya roja Yekşemê 14.1.2024ê de biryar da ku zêdetirî 618.5 milyar dînar ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di çarçoveya pişka Herêma Kurdistanê de ku ji %12.67ê bûdceya giştî ya federal a sala 2024 an.
Li gor qanûna budceya giştî ya federal para herêmê ji bûdceya salên (2023, 2024 û 2025an) bi rêjeya %12,67 hatiye veqetandin û biryara Lijneya Wezîran a Federal jî li ser vê pişka rastî hatiye dayîn bo xerckirin.
Biryar e hikûmeta federal mehane vê mûçeyê bişîne heta ku lihevkirinek ji bo guhertina qanûna bûdceya federal were kirin, lê Wezareta Darayî ya Federal dibêje hêj hejmara diyarkirî ji herêma Kurdistanê ji me re neşandiye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20