Namzetên serkeftî Kerkûkê sond dixon
Kurdistan 12:47 PM - 2024-01-28
PUKMEDIA
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê
Piştî 10 roj ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe hilbijartinên Iraqê ve,16 namzedên encûmena parêzgeha Kerkûkê sond dixon.
Yekemîn civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê dê bê lidarxistinNamzedê encumena parêzgeha Kerkûkê ji hevpeymaniya Hêz û Îrade me ye ya Kerkûkê Ehmed Fatîh ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Sibe 29-1-2024 namzedên encûmena parêzgeha Kerkûkê dê li Dadgeha Pêdaçûnê ya Kerkûkê sond bixwin.’
"Li gorî yasayê divê di nava 10 rojan de parêzgarê bi wekalet namzedan kom bike û dest bi civîna yekem a encûmena parêzgehê bike, lê eger parêzgar bi erkê xwe ranebe û îhmal bike ,yasa desthilatê dide berbijêran ku di yekem civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê de bicivin û biryarê bidin.” Dr Ehmed Fatîh got.
Dîmeneke zelal li benda Kerkûkiyan eÇalak nekirina encûmena parêzgeha Kerkûkê sedema nebûna xizmetguzarî û pirsgirêkên nav bajêr e û di ve derbarê de namzedên encûmena parêzgeha Kerkûkê dibêjin: “Armanca me xizmeta gel e’’.
Namzedê encumena parêzgeha Kerkûkê di hevpeymaniya Kerkûkê de Perwîn Fatîh di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ragihand: “Hinek ji kêmasiyên bajêr girêdayî neçalakbûna encûmena parêzgeha Kerkûkê ye û ji nû ve aktîvkirina encumenê dê bi awayekî cidî li xizmetguzariyên Kerkûkê binêre.”
Perwîn Fatîh got: Li gor civîn û gotûbêjên ku me li gel namzedên partiyên din kiriye, me hemûyan yek armanc heye, ew jî xizmetkirina xelkê ye, di vî warî de çaverêyek zelal ji xelkê Kerkûkê re tê çaverêkirin.’’
Roja 16.12.2023ê dengdana taybet û 18ê heman mehê dengdana giştî ya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê birêve çû ku Hevpeyîmaniya Hêz û Îrade me ye ya Kerkûkê pêk hatibû ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komûnîsta Kurdistanê bû yekem li Kerkûkê di encam de 157 hezar û 639 deng ,ango ji sedî 43ê dengên parêzgehê bi dest xist ku dike 5 kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20