Herêm û Bexda nêzîkî çareserkirina mijara mûçeyê ne
Kurdistan 05:43 PM - 2024-01-25Budçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
piştî hatina pereyên hikûmeta federal wê dest bi dabeşkirina mûçeyan bike û
peyvdarê cîgirê serokwezîrê Herêmê jî dupat dike ku gotûbêjên di navbera Herêm
û Bexdayê de derbarê guhertina yasaya bûdceyê ber bi çareseriyê ve diçin.
Berdevkê Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî di daxuyaniyeke taybet de ji
malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand:
Gotûbêjên Herêm û Bexdayê li ser sererastkirina yasaya bûdceya federalî
gihiştine encamên erênî û ber bi çareseriyê ve diçin û tenê çend mijarên hûrbîn
mane û hêvî heye ku deng li ser sererastkirina guhertinê Yasa di civîna bê ya
kabîneyê de were dayîn.
Semîr Hewramî derbarê
pirsa dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê de jî got: Cudahiya di navbera
Herêm û Bexdayê li ser mijara petrolê li ser nirxê berhemanîn û hinardekirina
petrolê ye, derbarê nirxê berhemanînê petrolê de jî çareseriyek hatiye dîtin tenê
pirsgirêka hinardekirinê maye, ji ber ku mijar pêşkêşî Serokwezîrê Federalî
Mihemed Şeya El-Sudanî hatiye kirin ku biryarê li ser bide.
Hewramî got jî: Eger
hikûmeta federal bixwaze hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike, dibe ku di
demeke nêz de bi rêya kampaniya Bazirganî ya Nefta Êraqê (SOMO) hinardekirina
ji herêmê bo bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê ji nû ve dest pê bike.
Pirsgirêka mûçeyan dê bi yekcarî çareser bibeSemîr Hewramî derbarê dosyaya mûçeyê fermanberên herêmê de jî amaje bi wê yekê kir ku eger Encûmena Wezîran a Federalî li gorî rêkeftina bûdceyê sererastkirina yasaya bûdceyê pesend bike, dê pirsgirêka paşxistina mûçe bi yekcarî were çareserkirin. Herwiha tekez kir ku ji bo vê mehê hikûmeta Herêmê dê dest bi dabeşkirina mûçeyan bike dema ku Bexdad bişîne ku 618.5 milyar dînar e.
Encûmena Wezîrên Êraqê di civîna xwe ya roja 14.01.2024ê de biryar da ku her meh zêdetirî 618 milyar dînar ji bo dabeşkirina mûçeyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re were şandin, heta ku qanûna bûdceyê li parlamentoya Êraqê were sererastkirin, di çarçoveya pişka herêmê de ya budceya federal, ku ji sedî 12,67ê lêçûnên giştî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19