Qubad Taleban: Em dikarin ji neyarên xwe jîrtir û zîrektir bin
Kurdistan 11:40 AM - 2024-01-25Qubad Talebanî
Yekem car li Herêma Kurdistanê û Êraqê Konferansa
Navdewletî ya Nûjenî û Karsaziyê bi beşdariya 300 mêvanên taybet, konsulên
welatan, xwedî kar û weberhên li Silêmaniyê dest pê kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di
Korbenda Navdewletî ya Nûjenî û Karsaziyê de ku konsulên welatan lê made bûn
gotarek pêşkêş kir û ragihand ku: Divê di navbera
saziyên hikûmetê de li gel xwedîkar û kesên ku di warê bazirganiyê de xwedî
ramanên afirîner in, hevkarî hebe û pêdiviyên pêwîst ji wan re bê pêşkêşkirin û ez
kêfxweş im ku ev konferans li Silêmaniyê tê lidarxistin, ji ber ku Silêmanî her
tim pêşeng bûye û em ji bo efrînerkirinê kom bûne.
Got jî: em îro ne tenê li ser gotûbêj û guhdarîkirina
pêşnîyaran li vir in, belku em li vir ji bo çareserkirina wan astengên ku
metirsî li ser geşepêdana aborî û bazarên kar li vira li Êraqê jî dikin, û divê
em bi awayekî cidî wan astengan nas bikin û çareseriyên zîrek ji bo wan bibînin
û ez li benda baştirîn encamên vê korbendê me ku rastiya aborî û jêrxana Herêma
Kurdistanê pêş bikeve.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê got: Em dixwazin rastiya aborî pêş bixin, rast e gelek pirsgirêkên
siyasî, aborî û emnî hene, lê ez piştrast im ku emê li ser van hemû pirsgirêk û
kêşeyan derbas bibin û emê bi ser bikevin. Em li herêmeke tijî alozî û nerihet
dijîn, dibe ku em ji dijminên xwe ne bihêztir bin, lê emê ji wan jîrtir bin û
bi zîrekiya xwe emê ji diron û mûşekan bihêztir bin bi vî awayî emê li hember
hemû pirsgirêkan bi ser bikevin. Dem dema dîtina çareseriyê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19