Talebanî: Divê hikûmet piştgiriya karsazan bike
Kurdistan 05:18 PM - 2024-01-23Civîna Cîgirê Serokê Hikûmet
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serpereştiya civîneke taybet li ser rêkxistina jêrxana kar û bazirganiya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina sektora taybet kir.
Di destpêka civîna han de ku roja sêşemî 23.12.2024 li civata wezîran û bi amadebûna hijmareke wezîr û aliyên peywendîdar ve hate lidarxistin, raporta çawaniya rêkxistina jêrxanan hate pêşkêş kirin bi hevkariya çend şêwirmendên Holenda û çendîn rêkxistinên pispor di warê xwe de hatiye amadekirin.
Di raporê de wiha tê gotin; Hemû astengiyên li pêşiya karsazî û sermayeguzariyê hatin gotûbêjkirin, bi taybetî jî pirsgirêkên karsaz û şîrketên nû.
Her wiha projeyên ciwanên nûjen ên ku dixwazin jîngeheke îdarî, yasayî û aborî ya guncawtir ji bo pêşxistina şarezayên xwe û veberhênana sermayeya xwe di warên curbicur ên sermayeguzarî û bazirganiyê de ji bo vejandina pirojeyên navîn û peydakirina derfetên zêdetir ên kar, hatin gotûbêj kirin.
Piştî guftûgokirina naveroka raportê, Qubad Talebanî tekez kir, ku divê hemû saziyên hikûmetê alîkariya karsaz û kesên xwedî ramanên nûjen di warê bazirganiyê de bikin û hemû asankariyên xwe pêşkêş bikin, da ku kardêr bi hêsanî kar û şirketên xwe ava bikin û ji bo kesên din jî peyda bikin.
Piştre çendîn biryar li ser çawaniya hêsankirina karsaz û karsazan û avakirina kompanyayên nû û hêsankirina barê ciwanên ku dixwazin karsazî û nûjeniyê bikin, hatin standin, bi taybetî di warê hêsankirina bacê.Ewlehiya civakî pêşvebirina projeya dîjîtalkirina karûbaran, kêmkirina zengilên rûtîn û parastina milkiyeta rewşenbîrî ya nûjen mijarên esasî bû.
Di civînê de ji bo pêşdebirina karsazî û nûjeniyê, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî talîmat da ku di xwendina bilind de karsazî û nûjeniyê bike nav bernameya perwerdeyê.
Civîn di demekê de ye ku roja pêncşemî 25ê Kanûna Yekem yekem Korbenda Navdewletî ya Silêmaniyê bo Karsaz û Nûjeniyê tê lidarxistin û tê de çendîn bîr û ramanên nû yên karnasî tên pêşkêşkirin û cîbicîkirin.
Di dawiyê de biryar hat dayîn ku ev civîn ji bo şopandina cîbicîkirina pêşniyar û biryaran berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19