Bexda pişka herêmê li gorî bûdceyê dişîne ne bi deyn
Kurdistan 07:11 PM - 2024-01-14
PUKMEDIA
Pişka Herêmê
Encumena
Wezîran a Êraqê biryar da ku 618 milyar dînar ji bo dabînkirina mûçeyên
fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, di çarçoveya pişka Herêma Kurdistanê de
ku ji sedî 12.67ê bûdceya giştî ya federalî ya sala 2024ê ye. Endamê komîteya
darayî ya parlementiyê got: Divê kurthênana mûçeyên welatiyan bi dahatên navxwe
ya Herêmê were girtin.
Hikûmeta federal li gorî qanûna bûdceyê para herêmê dişîneEndama komîteya Darayî li Civata Nûneran Dr. Nermîn Mairûf derbarê biryara Encûmena Wezîrên Federal di daxuyaniyekê ji PUKMEDIA re ragihand ku Bi pê yasaya bûdceya federal ku heta niha ne hatiye serrastkirin ku para Herêmê salên (2023, 2024 û 2025) de bi rêjeya %12,6 hat terxankirin û îro Encûmena Wezîran a Federal biryara xwe li ser vê pişkê hatiye.
Wê got jî: Hikûmeta Federal dê pişka herêmê li gor yasaya bûdceya giştî ya federalî bişîne û ne bi qerz, heta ku rêkeftinek ji bo serrastkirina yasaya bûdceyê çêbibe, ku hikûmeta federal îro razî bû ku hijmarek ji xal û madeyên wê biguherîne, û tê çaverêkirin ku ji civata nûneran re bê şandin ji bo xwendin û gotûbêjkirina wê û piştre dengdan li ser bê kirin û pesend bike.
Kêmasiya hikûmeta herêmê di mûçeyê karmendan de 300 milyar dînareli gor zanyariyên (PUKMEDIA) Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dagirtina mûçeyê karmendan pêwîst bi 914 milyar dînare ku hejmara wan milyonek û 150 hezar karmendin, ji ber wê jî pêwîstiya hikûmeta herêmê heye. pişka ku ji hikumeta federal hatiye şandin ku 615 milyar dînar e, ji bo mehekê nêzîkî 300 milyar dînar ji bo dabînkirina kêmasiya mûçeyê ku divê ji dahata navxweyî were dabînkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20