Talebanî: Ji bo sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê hewldanên cidî hene
Kurdistan 05:49 PM - 2024-01-09Qubad Talabanû û heyetekî NY
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi heyetek Neteweyên Yekbûyî bi serokatiya Claudio Cordon, cîgirê Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li ser gelek pirsgirêkên berjewendiya hevbeş nîqaş kirin.
Mijara sereke ya civînê roja sêşemê (09.01.2024) li Hewlêrê hat lidarxistin ku Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala jî amede bû , behsa çawaniya çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hate kirin û di nava wan de pirsa bûdce jî hate kirin.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî guhertinên dawî ji heyeta mêvan re eşkere kir û got; Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê de bi aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal re gotûbêjên baş û erênî pêk anîne û ji bo sererastkirina yasaya bûdceyê hewlên cidî hene.
Got jî : Di vê qonaxê de, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên Kurdistanî gotûbêjên cidî li gel aliyên Iraqî û fraksyonên cuda yên parlamentoya Iraqê bikin ku yasaya bûdceyê bi awayekî biguherîne ku pirsgirêka mûçe û bûdceya herêmê bi temamî were çareserkirin.’’
Di beşeke din ya civînê de, hilbijartinên encumenên parêzgehan û çawaniya pêkanîna hikûmetên xwecihî hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr tekez kir ku; Di pêvajoya avakirina rêveberiyên herêmî yên li gorî encamên hilbijartinê de divê rêz li deng û îradeya gel bê girtin û ji bo biçûkxistina ti partî û civakekê hewl neyê dayîn.
Di derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de jî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku pêwîste helbijartin bi awayeke pak û dadperwerane were encamdan ku her kesî razî be û mafê hemû aliyek û pêkhatan de were parastin.
Di hevdîtinê de pêşhatên navçeyê û rewşa siyasî ya Iraqê jî hatin gotûbêjkirin. Her du alî hevdeng bûn ku aliyên iraqî hestiyariya rewşê li ber çavan bigirin û siyaseteke jîrane bigrin û xwe ji her helwest û pêngaveke ku gefê li aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bike dûr bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19