Serok Komarê daxwaza hevkarîkirina zêdetir bo pêkanîna ewlehî û aramiyê dike
Êraq 03:15 PM - 2023-12-31Serok Komar sersala nûh pîroz dike
Serok Komarê Dr.Ebdul Letîf Reşîd bi boneya hatina sersala nû
peyameke pîrozbahiyê parve kir. Ev peyam wiha ye:
Em hatina sersala nû li hemû gelê xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku saleke
tijî serkeftin be piştî ku sala 2023an bi encamdana serkeftî ya hilbijartinên
herêmî bi dawî hat û ev jî bibe sedem ku xebat ber bi hevkariyeke zêdetir ji bo
pêkanîna ewlekarî û aramiyê be ji bo peydakirina keşûhewaya guncaw ji bo
pêşkêşkirina xizmetguzariyan, pêşxistina aboriyê û kişandina sermayeguzariyan
piştî bidestxistina serkeftinên mezin bi ser DAÎŞê.
Pabendbûna bi destûr û dewleta saziyan û derbasbûna ji serdema
desthilata yekdestdariyê dê bibe bingehek bihêz ji bo bidestxistina aramî û
aşitiyê ji bo gelê me, û Êraq wê bikaribe rola xwe ya guncaw di civaka
navdewletî de bikar bîne, ku me di sala 2023an de gelek li ser xebitîbûn.bi
amadebûna bihêz di konferans û bûyerên navdewletî de û di serdanên xwe yên
derve de ku pirên ragihandinê ava kirin, ji bo pêşxistina gelek sektoran li
Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûnên wan di avakirina saziyan de, aramiya civakî, û
avakirina sîstemeke têkiliyên navneteweyî yên pêşketîtir.
Her wiha em bang û hêviyên xwe yên ji bo bidawîkirina her cure
tundî û pevçûnan li herêmê û cîhanê nû dikin.
Em hertim hêvî û hewl didin ku dawî li kêşe û êş û azarên
welatiyên filistînî yên li Xezayê bên da ku gelê Felestînê bigihêje hemû mafên
xwe yên rewa.
Em sala nû bi bawerî û hêviyek mezin pêşwazî dikin.
Em ji welatiyên xwe yên Misilman, Xiristiyan û olên curbecur re
xêr, aramî û xweşiyê dixwazin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20