Destpêka civînên amadekariyên konferansa Ragihandina YNKê

Kurdistan 09:22 PM - 2023-12-27
Amadekariyên konferansa Ragihandina YNKê  PUKMEDIA

Amadekariyên konferansa Ragihandina YNKê

Mekteba Ragihandina YNKê

Bi serperiştiya Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî  îro Çarşeme yekem civîna amadekarî ji bo amadekariyên konferansa medyayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin. 
Di civînê de mijar û armancên konferansê ji hemû aliyan ve hatin gotûbêjkirin û komîteyên pêwendîdar hatin avakirin, ku deriyên xwe ji hemû beşdarên konferansê û kesayetiyên akademî re vedike, da ku nêrîn û çavdêriyên xwe pêşkêş bikin.
Di beşeke din ya civînê de, mekanîzma beşdarbûna di konferansa medyayî de ji bo nûnerên saziyên ragihandinê, akademîsyen, pisporên ragihandinê yên dêrîn û nûnerên navçeyên nakok hatin pêşxistin û biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de beşdarên konferansê bên diyarkirin. 
Di civînê de tekezî li ser lidarxistina konferansê hat kirin û ji bo vê yekê jî dê civîn berdewam bikin.

Lidarxistina konferansê yek ji pêşniyarên Kongireya  Pêncemîn e
Derbarê konferansa medyayî û armanca wê de, Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî  ji PUKMEDIA re ragihand: “Biryara lidarxistina konferansa medyayî di çarçoveya pêşniyarên pêncemîn kongireya  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ye û armanca wê ji nû ve birêxistinkirina pêkhateya Desteya Ragihandinê û pêşxistina planên stratejîk e ji bo gihandina peyama medyayî ya nû ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gorî rewşa heyî.”
Letîf Nêrweyî  got jî: Konferansa han dê du rojan bidome û biryarder û kadroyên ragehandinê yên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê dê têda beşdar bibin û raporta desteya ragehandinê bo pesendkirinê bê pêşkêş kirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket