YNKê wê konferansa Ragihandinê lidar bixe

Kurdistan 08:24 PM - 2023-12-25
Mekteba  Ragihandin û Huşiyariyê PUKMEDIA

Mekteba Ragihandin û Huşiyariyê

Mekteba Ragihandina YNKê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryara lidarxistina konferansekê ji bo danîna stratejî û peyama medyayî da.
Ev biryar roja 25.12.2023 di civîna Desteya Ragihandin û Huşiyariyê de hat standin û bi yekdengî deng da ku konferanseke taybet ji bo organîzekirina peyker û peyama medyayî ya medyaya YNKê were lidarxistin.
Serokê desteya ragihandinê Letîf Nêrweyî piştî civînê ji medyayê re got: “Biryara lidarxistina konferansê qonaxa dawî ya kongreya pêncemîn e û yek ji pêşniyarên civînê ye, da ku kanalên ragihandinê bi beşdariya akademîsyen, pispor û rojnamevanan li hemû herêm û dezgehan stratejiyeke nû û modern ji bo siberoja ragihandinê pêş bixin."
Her wiha got:“Armanca sereke ya konferansê ew e ku rê û rêbazên xebatê binirxîne, bi teknolojiya hevdem re biguncîne, avahiyek nûjen ji bo medyayê were şêwirandin û ji nû ve nirxandina peyam û ragihandina medyayê ye.’’
“Berpirsê Mekteba  Ragihandin û Huşiyariyê û hemû hevalan bi berpirsyariya herî mezin ev pêşniyar pejirand. ‘’Serokê Desteya Medyayê got
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket