Yekîtiya Niştimanî...hewldaneke bênavber ji bo yekxistina rêzan û xizmetkirina welatiyan
Kurdistan 11:39 AM - 2023-12-24Yekîtiya Niştimanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
hewla yekgirtina rêzên hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê dide û
di hemû derfetan de tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevkariyên rasteqîne
dike.
Di qonaxa
niha de bi awayekî cidî kar dike ji bo yekxistina aliyên Kurdî bi taybetî piştî
bidawîhatina hilbijartinên encumenên parêzgehan, û vakirina dezgehên
xizmetguzariyê yên ku kar ji bo xizmetkirina welatiyan û pêkanîna daxwazên wan
dikin.
Yekkirina helwesta partiyên Kurdistanî
Şêx Cefer
Şêx Mistefa tekez kir ku serkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
hilbijartinên encumenên parêzgehan de serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye.
Berpirsê
Encumena Berjewendiyên Bilion a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx
Mistefa jî got: Serkeftina Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên
parêzgehan de û bidestxistina piraniya dengan li parêzgeha Kerkûkê serkeftina
hemû gelê Kurdistanê ye.
Got jî:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê zêdetir ji 13 hezar şehîd û birîndaran ji bo
parastina hemû pêkhateyan ne tenê gelê Kurd pêşkêş kir û bi dilsoziya bi xwîna
şehîdan, welatiyan di hilbijartinên encumenên parêzgehê de dengê xwe dan
Yekîtiya Niştimanî.
Got jî:
Yekîtiya Niştimanî xwest hemû hêzên Kurdistanî bi lîsteyek yekgirtî beşdarî
hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin û heta serokê Yekîtiya Niştimanî jî
amade bû danûstandinê bike û nerm be, lê mixabin hin alî razî nebûn.
Wî berdewam
kir: Hêvîdarim ku em li wan parêzgehan hevpeymanên bihêz pêk bînin da ku xizmeta hemû navçeyên
Kurdistanî yên veqetandî bikin û dezgehên xizmetguzarîyê pêk bînin.
Damezrandina rêveberên xizmetê bi yekkirina rêzan de
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Tiştê xweş ew e ku Kurd li
Kerkûk û Nînewa di rêza yekem de cih digirin û divê ev serkeftin bi awayekî
herî baş were bikaranîn û zêdetir xizmet ji welatiyan re bê kirin.
Berdevkê Yekîtiya
Niştîmanî diyar kir: Derbarê Kerkûkê de pêkanîna siyaseta Beis ya erebkirin û
koçberkirin xizmeta parêzgeh û xelkê wê nake, em dibînin ku yên ku bikarin
xizmeta Kerkûkê bikin ew in ku ji bo rizgarkirina Êraqê têdikoşîne û xwîna xwe
feda kirin û ew Kurd in, bi taybetî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Herwiha tekez kir ku hilbijartina
parêzgarekî kurd ji nav Yekîtiya Niştimanî, dê di berjewendiya hemû Kerkûkiyan
de be, ji ber ku ew ne tenê dê bibe parêzgarê kurdan û Yekîtiya Niştimanî, lê
dê bibe parêzgarê hemû pêkhateyên Kerkûkê. Amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber
rêveberiya xirab li Kerkûkê kêşeyên mezin hene, lewma divê dawî li rewşa niha
bê anîn, li ser vegerandina mafên xwediyên wan û pûçkirina hewlên pûç ên
guhertina demografiya Kerkûkê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19