Yekîtî li benda serkeftinê ye li Kerkûk û navçeyên nekok
Kurdistan 11:15 AM - 2023-12-18Dengdana giştî
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi hêvî li hilbijartinên encumana parêzgehan li Kerkûk û navçeyên
nekok dinire, ku xelkên wan deveran bi dengdanên xwe kurdistanîbûna deverê
dupat bikin.
Roja çarenûsê ye ji Kerkûkê reEndamê Buroya Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin ji berk u ev rojeke çarenivîsê ye ji Kerkûkiyan re.
Got jî bawera me bi wê yekê heye ku hemî xelkê Kerkûkê beşdarî hilbijartinan bibin ji bo guhartina rêveberiya heyî li wir û pêşkêşkirina zêdetir xizmetguzarî.
Divê hemû kes beşdarî hilbijartinan bibinEndamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rifat Ebdulla ragihand ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî girîngiyeke mezin dide bajarê Kerkûkê û em bang li welatiyan dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinan bibin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, ji ber ku ev prose ji bo bajarê Kerkûkê pir girîng e.
Got jî: piroseya hilbijartinan bi başî dimeşe û em hêvîdar in ew xeletiyên teknîkî yên ku digel dengdana taybet dûbare nebin û em hêvîdarin proseya helbijartinan heta dawî baş bimeşe.
Guhertinên rêneberî bi dengên welatiyan
Berpirsê Ofîsa
Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hec Heme dibêje: Em
çaverêya beşdariya berfireh a welatiyan di hilbijartinên encumenên parêzgehên
parêzgeha Kerkûkê de dikin.
Got jî: erkê hemû welatiyane
ku bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartinan bibin û em bang li wan dikin ku bi
berfirehî beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ku îro roja diyarkirina
çarenivîsa bajêre.
Got jî: Desthilatdarîya
Kerkûkê dê bi dengên welatiyên Kerkûkê bê guhertin û guhertinên mezin yên îdarî
li Kerkûkê bi dengê dengderan dê çêbibin û serdana Serokê Yekîtîya Niştîmanî ya
Kurdistanê bo Kerkûkê jî bo piştevanîkirina welatiyan hat.
Ji bo Kerkûkê roja xweşî û bextewariyê ye
Ji aliyê xwe
ve Rêbwar Taha serokê lîsta Kerkûk hêz û vîna me ye got: Rêbazên dengdana giştî
bi başî birêve diçin û îro roja şahî û bexteweriya xelkê Kerkûkê ye ji ber ku
piştî derbasbûna 18 salan ji mehrûmbûnê li wir hilbijartin tê kirin.
Got jî: mafê
me ye ku em rêveberiya niha ya bajarê Kerkûkê biguherînin û daxwaz ji xelkê
Kerkûkê jî dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê û bi awayekî bi bandor beşdarî
hilbijartinan bibin da ku xizmeta welatiyan bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19