Qubad Talebanî piştevaniya xwe bo rûbirûbûna metirsiyên tawanên elektironî piştrast dike
Kurdistan 09:05 PM - 2023-11-26Civînên Qubad Talebanî
Di çarçoveya kampîna rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan de, îro yekşemê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana şaxa sucên elektironîk ya Rêveberiya Asayîşê a Silêmaniyê û Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Dijî Jin û Malbatê li Silêmaniyê kir.
Di hevdîtina xwe ya li beşa tawanên elektironîk de ligel berpirsê asayîşa herêmê Hîwa Ehmed, rêveberê asayîşa parêzgeha Silêmaniyê eqîd Xalid Mihemed Qadir û serokê desteya tawanên elektironîk Alon Mihemed Salih, Talebanî amaje bi metirsiyên tawanên înternetî li ser civakê kir û piştevaniya xwe ya tam ji bo rûbirûbûn û dadgehkirina tawanbarên pêşkêş kir.
Di civînê de berpirsên Asayîşê bal kişandin ser astengî û pirsgirêkên ku di dema pêkanîna erkên xwe de rû bi rû dimînin û plansaziyên ku ji bo rûbirûbûna sûcdaran hatine çêkirin hatin pêşkêşkirin.
Qubad Talebanî dema ku serdana Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Dijî Jin û Malbatê kir û xebatên şaxên rêveberiyê şopand, spasiya efser û rêzên rêveberiyê kir ku piştgirî û alîkariya xwe pêşkêşî jinên rûbirûyê tundiyê dikin, ji ber ku wan pêdiviyên pêwîst bo parastina hejmarek ji jinên ku rûbirûyê metirsiyê bûne û ji metirsiyan rizgar bûne pêşkêş kirin.
Qubad Talebanî herwiha daxwaza berdewamiya hemahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar û bihêzkirina peywendiyên wan bo rûbirûbûna tawanên elektironîk kir û piştevaniya xwe ya tam ji bo cîbicîkirina erkên wan nîşan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20