Qubad Talebanî: Ji bo pêşxistina rastiya jinan pêdivî bi çalakiyan heye
Kurdistan 11:06 AM - 2023-11-26Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê
Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir ku hikûmet baweriya xwe bi mafên
jinan û têkoşîna rewa ya parastina mafên wan heye û em ê hewl bidin hemû
tometbarên tundûtûjiya li dijî jinan radestî dadgehê bikin.
Qubad Talebanî di
axaftina xwe ya bi boneya destpêkirina çalakiyên Hefteya rûbirûbûna tundiya li
ser jinan de got: Ji bo pêkanîna edaletê û bidestveanîna mafên jinan pêwîstiya
me bi çalakiyên bi komî heye, lê mixabin heta niha me nekariye mijara tundiya
li ser jinê bikin mijara xwe.
Got jî: Îro em ji
bo armanceke pîroz kom bûne, û ez kêfxweşim ku bi dehan rêxistinên civaka sivîl
hene, û tevî hemû astengîyên ku rûbirûyê wan dibin, kar dikin bo rûbirûbûna
tundûtûjîya li dijî jinan, û ev pêngavek e ber bi rêya rast ve ye lê ev kar tenê
bi rêya hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl ve nayê kirin, lê divê em hemû vê
yekê bibe xema me hemûyan.
Qubad Talebanî got
jî: Eger em rastgo nebin, em nikarin çareseriyên rasteqîne û bilez ji pirsgirêkan
ra bibînin û tiştê ku ez dibînim ew e ku heta niha dosya rûbirûbûna tundûtûjîya
li dijî jinan û tundûtûjiya nav malê, dosyayek e ku ji aliyê civakê ve û beşek
ji beşên siyasî, civakî, hunerî û çandî ve hatiye paşguhkirin, di civaka me de
rastî pirsgirêkên aborî, xizmetguzarî û siyasî hene, lê hemû pirsgirêk bi hev
ve girêdayî ne nabe 2 pirsgirêkan çareser bikin û pirsgirêkên din jî paşguh
bikin, ger dosyaya jinê nebe dosyaya hemû pêkhateyên civakê, em ê nikaribin di
warên aborî, demokrasî, azadiya derbirînê û serweriya qanûnê de pêş bikevin. Aborî bi pêş nakeve ger deriyê bazaran li ber
nîvê civakê girtî be. Demokrasî pêş nakefe ger nîvê civakê nûnerên xwe
hilnebjêrin. Çareseriya pirsgirêkan bi dadwerî û wekhaviyê tên kirin.
Cîgirê Serokwezîrê
Herêma Kurdistanê got jî: Divê em rewşa jinan geş bikin û tundiya li ser wan tê
kirin bi dawî bînin û ev kar ji nav mala me dest pê dike û divê em vê xemê
hilgirin û ji bo perwerdekirina civakê û pêkanîna edaletê kar bikin. divê em bi
hev re kar bikin, bi baweriya min ne tenê ji bo nifşên niha lê ji bo nifşên
paşerojê jî divê kar ji bo bilindkirina hişyariyê bê kirin û ji bo pêşxistina
rastiya jinan li Herêma Kurdistanê, pêwîstiya me bi hizir û çalakî heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20