Hevpeymaniya Kerkûkê: Vegerandina Kerkûkê û betalkirina biryarên neyasayî
Rêportaj 12:15 PM - 2023-11-19Encumena Parizgeha Kerkûkê
Hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me piştrast kir ku ji bo
vegerandina Kerkûkê, betalkirina biryarên neyasayî yên ku li ser xelkê
parêzgehê hatine ferzkirin, û bidawîkirina paşguhkirina hin deveran li
parêzgehê kar dikin.
Vegerandina Kerkûkê
Bafil Celal Talebanî di peyamekê de ji bo xelkê parêzgeha Kerkûkê ragihand: Hevpeymaniya Kerkûkê, hêz û vîna me, hevpeymaniyeke resen a bajarê Kerkûkê ye, hemû netewe û pêkhateyên lihev kom dike û armanc dike ku jiyana hevbeş û ji nû ve avakirina bajarê me yê ezîz xurt bike.
Got jî: Em bi hevkarî û karê hevbeş bawerin û me desthilatdarî
di biryardan û rêvebirinê da red kir û hertim xwestîye bi hev ra xizmeta
Kerkûk, Qudsê Kurdistanê bikin û niha jî hevpeymanîya Kerkûkê hêz û îradeya me
ye dê dawî li wê qonaxê bîne û ji niha û pê de ti kes li şûna Kerkûkiyan
biryarê nade, ew ê çarenivîsa xwe diyar dikin û ji bo bidestxistina mafên xwe
têdikoşin.
Li ser zimanê hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye Aso Mamend gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir: Çawa ku me berê Kerkûk parast.
Emê di paşerojê de jî wek ronahiya çavê xwe biparêzin û bi şopandina rêya Serok Mam Celal xizmeta vî bajarî bikin, Yekîtiya Niştimanî ji bo Kerkûkê gelek qurbanî daye û dê berdewam be.
Aso Mamend wiha got: Piştî bûyerên 16ê Cotmehê mayîna me li gel gelê me ji bo partiya me şanaziyeke mezin e, ji bo ku li hember biryarên neqanûnî yên ku dixwestin li ser Kerkûkê bidin rawestin. Em dikarin îradeyek bihêztir ji bo parêzgarê Kerkûkê pêk bînin ku ji kurdan û ji Yekîtiya Niştimanî be, ku dixwaze bi rêya encûmena parêzgehê û parêzgar xizmeta bajêr bike û em jî bi armanca xizmetkirina beşê ciwanan e.
Betalkirina biryarên ne qanûnî
Namzedê jimare 19 ê lîsteya hêza me û vîna me ya Kerkûkê
Remezan Cebarî ji PUKMEDIA re got: Emê ji bo vegerandina Kerkûkê û hilweşandina
biryarên keyfî yên ku li ser xelkê bajarê Kerkûkê hatine ferzkirin kar bikin.
Got jî: Em wek Lîsteya Kerkûkê me bernameyeke yekgirtî bo
piranîya xelkê bajarê hêja yê Kerkûkê heye, daku dawî li siyaseta nedadperwerî
û cudaxwazîyê di navbera hemû deverên Kerkûkê de bîne.
Em ji bo guhertina sîstema rêveberî li Parêzgeha Kerkûkê û
yekkirina mafên hemû hevwelatiyan kar dikin û parêzgarê niha jî çend guhertin
kirine ku tenê di berjewendiya pêkhatekê de ye.
Emê bi piştevanîya
girseyên berxwedêr ên Kerkûkê kar bikin ji bo guhertina vê paşveçûyîna ku bi
sedema nebûna kurdan ji rêveberiya bajêr derketîye, me wek Yekîtî Nîştîmanî ya
Kurdistanê ti carî dest ji xelkê Kerkûkê bernedaye, û îsbat kir ku em parêzvanê
rasteqîne yê welatiyên Kerkûkê ne.
Avakirina hikûmeteke nûh yê navxwe
Namzeta jimare 20 ya lîsteya hêza me û vîna me ya Kerkûkê ya
jimare 142, Cîhan Zengene ji PUKMEDIA'yê re wiha got: Em weke lîstê Kerkûkê ji
bo avakirina hikûmeteke herêmî ya nû kar dikin û erkê me yê sereke asayîkirina
rewşa Kerkûkê û aliyên ewlekarî, aborî, îdarî, siyasî û xizmetguzarî be.
Herwaha got: Em dê kar bikin bo betalkirina bandora biryarên
Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî û Komîteya Karûbarên Şemal û
betalkirina biryarên ne yasayî yên parêzgeha Kerkûkê ku li ser xelkê Kerkûkê
hatibûn sepandin.
Em ji bo bijartina parêzgarekî Kerkûkê ku ji bo hemû
pêkhateyan kar bike û siyaseta taybetmendî û biryardayînê bi dawî bike, kar
dikin ku ji ber nebûna kurdan di rêveberiya Kerkûkê de çêbûne.
Got jî: eger kar di destê kurdan de bûya û parêzgarek nû
hatiba hilbijartin, siyaseta wan dê bihêzkirina rewşa Kerkûkê be û baştirîn
xizmetguzarî ji welatiyan re bi giştî û bê cudahî bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19