Letîf Nêrweyî: Danûstandinên YNK û PDKê di dema guncaw de ne

Kurdistan 10:15 PM - 2023-11-06
Letîf Nêrweyî PUKMEDIA

Letîf Nêrweyî

Mekteba Ragihandina YNKê

Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, navçeyên nakok  û Bexdayê dikare bibe rewşeke baş ji bo danûstandinên navbera YNK û PDKê û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDK bi rêya danûstandinan kar bikin ku divê Kurd dengên herî zêde bi dest bixin û di encumena parêzgeha Kerkûkê de herî zêde kursî hene.”
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di gotarekê de ku di beşa Nêrîn  ya PUKMEDIA de hatiye belavkirin, dibêje:"Li ser daxwaza Serok Bafil, şanda bilind a YNK û PDKê dê gereke din a danûstandinan li bajarokê Pîrmamê wê  pêk bînin, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, navçeyên nakok û Bexdayê dikare bibe rewşeke guncaw ji bo danûstandin û pêşketina danûstandinên navbera YNK û PDKê û bigihêje hevtêgihiştinê.’’
“Pêwîste hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybet YNK û PDK bi rêya danûstandinan hewl bidin ku li Kerkûk û navçeyên nakok  ên Kurdistanê kampaniyeke aştiyane were lidarxistin û hevrikî ligel pêkhateyên din be û em jî weke Kurd dikarin herî zêde deng û kursiyên encûmena parêzgehê bi dest bixin û bi planeke hevbeş xwe ji qonaxa piştî hilbijartinan re amade bikin û aramiyê ji bo Kerkûk û navçeyên nakok bînin.’’ Letîf Nêrwayî got
Her wiha got:“Ev gera danûstandinan dikare bi nêrînek erênî were dîtin, ji ber ku danûstandinên demdirêj ên navbera YNK û PDKê û berdewamiya rewşa awarte ya di navbera her du aliyan de ye, vê carê çend pirs û bersivan bi xwe re anîne. Her du alî ne kêfxweş in bi  ezmûna danûstandinên berê ,lê dikare bersiva pirsan vê carê ji bo gelên herêmê xweş bibe.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket