Tenê bi yekrêziyê mafên kurd tên bidestanîn
YNK 11:39 AM - 2023-09-17Herêm Kemal Axa
Herêm Kemal
Axa, serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encumena Nûneran, dupat kir ku hemû hewldan li ser peydakirina
destkeftiyên darayî bo gelê Kurdistanê ye.
Herim Kemal
Axa di daxuyaniyeke televizyonî de ragihand: Em di Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê de parastina mafên darayî yên gelê Kurdistanê yek ji erkên xwe yên
sereke dibînin.
Got jî:
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û serokê wê Bafil Celal Talebanî hemû hewlên
xwe dane ku di yasaya bûdceyê de alîkariyên darayî ji bo gelê Kurdistanê bidin.
Serokê fireksiyona
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê diyar kir: Dema ku me di fireksiyonên
Kurdistanê de li gel şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana aliyên
siyasî kir, me li ser pirsa parizgehbûna Helebce û dûrxistina mûçe ji nakokiyên
siyasî gotûbêj kir da ku welatî nebin qurbaniyên kêşeyên di navbera Herêma
Kurdistanê û hikûmeta federal de, em dikarin bibêjin ku pirsa mûçe li Bexdayê bûye
dosyayek niştimanî li cem aliyên kurdistanî bêyî fireksiyona Newey Niwê.
Danîna du mûçe bo Herêma KurdistanêHerêm Kemal Axa dibêje: Armanca serdana şanda pilebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê dayîna 2 mûçe bo Herêma Kurdistanê bû.
Got jî: Herêma Kurdistanê daxwaza şandina mehane 800 milyar dînar kir, daku hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên derengmayî yên karmendan bide, ji bilî rêkeftina li ser hinartina ne neftê û hesbandina Herêma Kurdistanê wek herêmeke serbixwe ne wek parizgeh.
Yekbûna partiyên KurdistanîSerokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: Yekrêziya Kurdan li Bexdayê gelekî pêwîst e ji ber ku ew destkeftên ku heta niha hatine bidestxistin bi saya yekrêziya me hatine, lewma yekrêziya me xala serkeftina me ye.
Got jî: Civîna îro ya civata wezîran dê li ser peydakirina mûçeyên herêma Kurdistanê bê gotûbêj kirin û eger hikûmeta federal mûçeyên herêma Kurdistanê dabîn bike, hikûmeta herêma Kurdistanê dikare mûçeyên mehên heftem û heştem yên karmendan bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20