Serok Bafil: Armanca me pêkanîna aramî û pêkve jiyanê ye li herêmê
Kurdistan 06:10 PM - 2023-09-11Serok Bafil û Wezîrê Derve yê Îranê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan re civiya.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna biryarderê desteya karûbarê Mekteba siyasî Rêfat Ebdullah û Derbaz Kosret Resûl endamê desteya kargêrî ya Mekteba siyasî, Îmad Ehmed endamê Mekteba siyasî û Hîwa Ehmed berpirsê dezgeha Asayîşa herêmê amede bûn ,her du aliyan tekîd li ser pêşxistina peywendiyên dostane û berfirekirina hevkariyên navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Komara Îslamî ya Îranê kirin bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên bilind û parastina aramiya navçê de be.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî helwesta YNKê ya derbarê pêşhatên dawî yên siyasî yên li herêmê şîrove kir û got ku armanca me pêkanîna aramî û pêkvejiyana li herêmê ye,ji bo vê jî em piştgîriya diyalog û têgihiştina berpirsane dikin û di wê baweriyê de ne ku tenê rêya derbasbûna pirsgirêkan û bidestveanîna armancên netewî ev e.
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan jî di bersivê de bal kişand ser rol û siyaseta aqilmend a Mam Celal Serokomarê Iraqê û got ku ew rêberekî ku hemû deng û rengên cuda li hev kom dikir, bandora wî di avakirina Iraqeke nû de nayê jibîrkirin.
Pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Îranê de mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî li ser berfirehkirina hevkarî û berfirekirina danûstandinên bazirganî li hev kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19