Hikûmeta Federal: Me erkên xwe yên darayî bi cih anîne lê herêmê na
Êraq 03:37 PM - 2023-09-08Logoya hikûmetên Êraq û Herêmê
Peyvdarê hikûmeta Êraqê dupat kir ku hikûmeta federal bi temamî erkên xwe yên darayî yên li hember herêma Kurdistanê cîbicî kirine û dîyar kir jî hikûmeta Herêmê dahata petrolê û neftê radest nekiriye.
Peyvdarê hikûmeta federalî Besim El-Ewadî îro Înê 08.09.2023ê di platforma “X” de, ku PUKMEDIA dişopand de got: “Hikûmeta federal bi tevahî erkên xwe yên darayî yên li hember Kurdistanê cîbicî kirine û ji bo peydakirina çareseriyan gelek hewl daye” û bal kişand ku “heta dawiya meha Hezîranê de, pereyên ku herêmê deyndar bûn, li gorî lêçûnên dewletê, ji sê qatan zêdetir para herêmê bû. Hikûmeta Herêmê wek yasaya budceya federalî dahatên neftê û ne neftê radestî wan nekir.”
Peyvdar her wiha got: “Tevî ku hikûmeta herêmê pabend nebûye, lê hikûmeta federal biryar da ku welatiyên Êraqî yên li herêmê berpirs nebin ji ber cîbicîkirina binpêkirinan, û me li gor yasayê kar kir û me biryarek li civata wezîran da deyn bidin herêmê heta ku pirsgirêkên wê yên aborî bi awayekî bingehîn çareser bibin."
El-Awadî tekez kir ku "Hikûmeta Federal bi qasî mafên welatiyan li parêzgehên din baldare ji mafên welatiyan re, û pabendbûna bi yasa û rêkeftinên federalî yên ku li gorî destûrê hatine encamdan rêya herî kurt e ji bo bidestxistina mafên welatiyan û zêdekirina pêbaweriyê."
Ev yek di bersiva Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ye ku duh Pêncşemê di daxuyaniyekê de li ser malpera “X”ê ragihandibû: “Nexwestina Bexdayê ji şandina mûçeyên me yên di bûdceya giştî ya federalî de hatiye piştrastkirin, binpêkirina peymanên destûrî ye.
Mesrûr Barzanî balkişand li ser wê yekê ku neşandina pereyên Herêma Kurdistanê ziyanê digihîne welatiyên me û kêmkirina baweriyê dide Herêma Kurdistanê û diyar kir ku Herêma Kurdistanê di heyama 3 mehan de %0 ji darayiya xwe wergirtiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20