Talebanî bi Balyozê Hindistanê yê Iraqê re civiya
Kurdistan 07:54 PM - 2023-08-22Cîgirê serokwezîr û balyozê Hindistanê li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Iraqê Prashant Pise kir û di wê hevdîtinê de çend mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de ku îro sêşemî 22.08.2023ê li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Madan Gopal Konsulê Giştî yê nû yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê birêve çû, Qubad Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsulê Giştî yê nû kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.
Di civînê de behsa çawaniya pêşxistina bernameya pêşxistina kapasîteyan hate kirin, di vê derbarê de, Qubad Talebanî spasiya hikûmeta Hindistanê kir ku korsên perwerdeyê bo 60 karmendên Herêma Kurdistanê li welatê xwe vekiriye û hêvî xwest ev bername zêdetir pêş bikeve û di pêşerojê de bêtir karmend ji bo perwerdehiyê di warên cûda de bêne şandin bo Hindistanê.
Di beşeke din ya civînê de behsa prosesa hikûmeta elektronîk hate kirin, Cîgirê serokwezîr got: Hindistan xwedî ezmûnek dewlemend û pêşketî ye û dikare alîkariya Kurdistanê bike, wî daxwaz kir ku pilanek hevbeş bê şandin bo Hîndistanê bo rahênana teknolojiyê yan hikûmeta Hîndistanê pisporên xwe bişîne herêmê.’’
Di civînê de behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên bazirganî jî hat kirin û di vê derbarê de Qubad Talebanî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya kompanya û sermayedarên Hindistanê dike û her cure îmkanan dide wan.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19